‘Di mal de be‘

Karkerên paqijiyê yên bajarê Hesekê bang li şêniyan kirin ku di mal de bimînin û gotin: "Ji bo parastina tenduristiya wan em jiyana xwe dixin xeteriyê."

Qedexeya derketina derve li bajarê Hesekê jî di roja 4‘an de berdewam dike. Karkerên paqijiyê yên Şaredariya Gel xebatên paqijkirina kolanên taxan didomînin.

Karkerê bi navê Hesen Mihemed got: "Em rojane û bi awayekî asayî taxan paqij dikin da ku taxan ji şewba li tavahî cîhanê bi lez belav bûye biparêzin."

Hesen bang li şêniyan kirin ku biryara qedexeya derketina derve bi cih bînin û ev tişt anî ziman: "Ji bo parastina tenduristiya gelê xwe ji vîrusa Koronayê em jiyana dixin xeteriyê, ji ber vê yekê em bang li we dikin ku di mal de bînin."

ANHA


Mijarên Din