Di komxebatê de xala yekemîn: Divê der heqê êzidiyan de lêkolîn bên kirin

Di salvegera 5`mîn a komkujiya Şengalê de jinên Şengalê komxebata bi slogan "Parastina rûmeta jinên Şengalê, parastina hebûna jinan e" berdewam dikin.

Xala yekemîn ji komxebatê endama Akademiya Jineolojiyê Rûmet Heval bi rê ve bir. Xala yekemîn girêdayî dîroka Şengalê, rola jinên Şengalê û sedemên êrîşkariyê bû.

Komxebata xala yekemîn îro di 5`mîn salvegera komkujiya Şengalê de, li Hola Zana ya Qamişlo, di saetên sibehê de dest pê kir. Komxebat bi beşdariya 125 nûnerên sazî, rêxistinên jinan ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, şandeyên jinên Şengalê, şervanên YPJ û YBŞ`ê bi rê ve diçe.

Komxebata xala yekemîn têkildarî kurtahiya dîroka êzidiyan, komkujiyên di pêvajoya hezaran salan de der heqê wan de pêk hatine û rola jinên êzidî di parastina çanda êzdayetiyê de ku ji aliyê dijminên Kurdan ve hate armanckirin e.

Di çarçoveya xala yekemîn de hate diyarkirin ku çeteyên DAIŞ`ê jinên êzidî bi armanca rakirina çandê kirin armanc, lê jinên êzidî bi rêxistina xwe armancên wan têk birin.

Xal balê dikişîne ser gotûbêjin der barê deverên ku şêniyên civaka êzidî li cîhanê lê hatine belavkirin. Ji ber ku di cîhanê de nêzî 75 milyon êzidî hene lê di nava 74 fermanên ku der heqê wan de hatine pêkanîn, hejmareke mezin ji wan koçberî  dewletên Ewropayê bûn, di encamê de dûrî çanda xwe ya resen ketin.

Xala yekemîn bal kişand ser ku binpêkirinên li Efrînê pêk tên, berdewama binpêkirinên li Şengalê ne û beramberî vê yekê jî civaka navdewletî bê deng e.

Piştî xala yekemîn diyalog hate destpêkirin û girîngiya birêvebirina semîner û lêkolînên der barê civaka êzidiyan hate tekezkirin, ji ber cîhan çanda ola êzidiyan nas nakin.

Piştî diyalogan sînevizyonek der barê komkujiya Şengalê, sedemên wê û fermanên der heqê gelê êzidî de hate pêşandan.

Xala duyemîn a ku balê dikişîne ser rola YPJ û YPŞ’ê di rizgarkirina jinên êzidî û awayê xwerêxistinkirina li dijî metirsiyan û bûyera 2014`an neyê dubare kirin, hate destpêkirin.

(eh)

ANHA


Mijarên Din