Di koçberiyê de behreyên xwe pêş dixin

"Kulîlkên Basûtê" navê komeke hunerê ye ku endamên wê zarokên malbatekê ne. Zarok rojên koçberiyê bi mûzîk û stranbêjiyê derbas dikin û hêvî dikin ku di demeke nêz de vegerin warê xwe.

Şîlan (15), Baran (12), Edhem (11) û Raman (10) ên ji gundê Basûtê yê girêdayî navçeya Şêrawayê ne. Zarokên apê hevin. Malbata wan xwest ku zarokên wan behreyên xwe pêş bixin, lewra ew tev li koma (Têkoşer) a dîlana filiklorî ya girêdayî Navenda Çand û Hunerê ya herêma Efrînê, kirin.

Lê belê ji ber dagirkeriya dewleta Tirk a li Efrînê, nekarîn vê xwesteka xwe temam bikin û wekî hemû şêniyan neçar man koçberî kantona Şehbayê bibin.

Piştî koçberiyê  malbatên her çar zarokan di maleke navçeya Ehdas a katona Şehbayê de, man.

Zarokan dev ji xwesteka xwe bernedan û careke din navên xwe di Navenda Çand û Hunerê ya  herêma Efrînê de qeyd kirin.

Lê belê bi derketina Koronavîrusê re li cîhanê û biryara qedexeyaê ku li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hatiye ferzkirin, zarok neçar man ku  di malên xwe de bimînin.

AVAKIRINA KOMA "KULÎLKÊN BASÛTÊ"

Tevî biryara qedexeyê jî, zarokan pêşxistina behreyên xwe dewam kirin. Her 4 zarokên apê hev piroveyên xwe li ser lêdana  alavên mûzîkê û stranbêjiyê dewam dikin. Zarokan biryara avakirina komeke hunerî ya biçûk bi navê "Kulîlkên Basûtê" dan. Zarok bi alîkariya malbatên xwe fêrî lêdana tembûrê û stranbêjiyê dibin.

Bêrîhan Omer ku dayika Baran e û meta zarokên din e, diyar kir ku ji ber dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên wê malbatên wan ji Efrînê derketin, lê belê xwestin ku bi hev re di malekê de bimînin.

Bêrîhanê destnîşan kir ku malbatên her 4 zarokan piştgiriya  zarokên xwe dikin da ku behreyên xwe bi pêş bixin.

Şîlan Omer (14) wiha got: "Dayik û bavê min, apên min û bi taybetî meta min piştgiriya  me dikirin. Meta min bi me re dihat waneyên mûzîkê."

Şîlan diyar kir ku ew di demên xwe yên vala û dema qedexeya derketina derve de, behreyên xwe bi pêş dixin.

(cx)

ANHA


Mijarên Din