Di girtîgeha artêşa Tirk a li Efrînê de welatiyekî jiyana xwe ji dest da

Welatiyekî di girtîgeheke artêşa Tirk a li kantona Efrînê ya dagirkirî de jiyana xwe ji dest da. Her wiha çavkaniyên ji hundirê Efrînê ragihand ku istîxbarata dewleta Tirk a dagirker bi hevkariya çeteyên 8 sivîl revandin.

Çavkaniyên ji herêmê diyar kir ku 9`ê Tîrmehê istîxbarata dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên polîsên leşkerî 8 şêniyên ji gundê Memila yê di navbera navçeyên Raco û Mabata de yên girêdayî kantona Efrînê, revandin.

Navên şêniyên revandî wiha ye: Îbrahîm Çertê (65), Elî bi nasnav Elî Kor (86), Mistefa Xelîl Îbrahîm Osman (25), Hecî Çertê, Fewzî Sebrî Elîko, Muhend Ednan Bekûn, Betal Cafer Betal û Mistefa Osman Kurdî.

Çavkaniyan parve kir ku şêniyê bi navê Îbrahîm Çertê (65) li navendeke istîxbarata Tirkiyê ya li navçeya Mabatayê ji ber îşkenceyê jiyana xwe ji dest daye.

Çavkaniyan destnîşan kir ku istîxbarata dewleta Tirk şêniyê bi navê Elî yê bi nasnav Elî Kor piştî çend rojan ji girtina wî serbest berdan. Elî da zanîn ku hîn jî çarenûsa kesên revandî ne diyar e.

Di heman demê de çavkaniyên herêmî ji navçeya Bilbilê ya kantona Efrînê diyar kir ku çeteyan 20’ê Tîrmehê şêniyê bi navê Mistefa Mihemed Qenber(21) ê ji gundê Qeregolê yê Bilbilê dema xwişka xwe dibir nexweşxaneya Efrînê, bi idîaya ku têkiliyên Mistefa Mihemed Qenber bi saziyên Rêveberiya Xweser re hene, girt û heta niha çarenûsa wî ne diyar e.

(eh)

ANHA


Mijarên Din