Di ewlehiya navçeya Zirganê de Asayîş û HPC/HPC-JIN

Ewlehiya navçeya Zirgan û gundewarên wê ji aliyê Hêzên Ewlekariya Hundirîn û HPC/HPC-Jin ve tê girtin. Ev hêz li dijî dagirkeran parastinê dikin û dibêjin ku zarokên vê axê ne û wekî her carê dîsa axa xwe diparêzin.

Navçeya Zirgan ya girêdayî bajarê Serêkaniyê ji aliyê dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ve her rastî êrişan tê. Çeteyên dewleta Tirk a dagirker 1 km nêzî navçeyê ne ku malên sivîlan her dikin hedef. Li gundên navçeyê yên ku ji aliyê çete û dewleta Tirk ve hatine dagirkirin; dizî, talan û kuştin rû didin. Hêzên Ewlekariya Hundirîn ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Hêzên Parastina Civakî (HPC) û HPC-Jin ewlehiya navçeyê digirin.

Ev hêz 24 saetan ruxmî sermayê hem li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên girêdayî wê, hem jî li dijî êrişên şaneyên veşartî hişyar in. Gelek caran Hêzên Ewlekariyê pêşî li êrişên şaneyên veşartî girtine. 4 bendên kontrolê yên navçeyê ji aliyê çeteyên dewleta Tirk ve hatin hedefgirtin. Di êrişan de 2 endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bkaur û Rojhilatê Sûriyê şehîd ketin û 6 jî birîndar bûn.  

Têkildarî parastina navçeya Zirgan û gundewarên wê û rewşa dawîn, me endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê, HPC/HPC-Jin guhdarî kirin.

‘ZAROKÊN VÊ AXÊ PARASTINÊ DIKIN’

Mihemed Elî 4 sal e endamê HPC’ê ye û anî ziman ku parastina ax û gel armanca wan a yekemîn e û got: “Li navçeya Zirgan û gundewarên wê HPC/HPC-Jin cihê xwe digirin û parastina kolanan dikin. Dagirker dixwazin axa me dagir bikin, li dijî wan kiryaran em nikarin bê deng bimînin. Naxwazin yekitiya me berdewam bike û hewldanên wan ên derxistina tevliheviyê di navbera gelan de hene. Divê em li dijî dagirkeriyê yekitiya xwe ava bikin ku bi vê yekitiyê re em ê rê li pêşiya dagirkeriya tax, gund û bajarên xwe bigirin. Her çi qas dagirker me hedef bigirin jî em dev ji ax û parastinê bernadin û em ê her biparêzin.  Em zarokên vî gelî ne û parastina axê erka me ya sereke ye. Bila cîhan hemû çavên xwe veke ku zarokên Rojavayê Kurdistanê parastina axê dikin lê mixabin şermeke gelekî mezin e ku cîhan ji komkujiyan re bê deng dimîne.”

‘JINÊN PÊŞENG HER LI DIJÎ ÊRIŞAN DISEKININ’

Endama HPC-Jin Suat Melê destnîşan kir ku wekî jinên pêşeng heya dawiyê li dijî dijminê hov dê bisekinin û got: “Em ê axa xwe biparêzin ku axa me namûsa me ye. Bi parastinê re gelê me ji me moralê digire û em bi vîna jinan keyfxweş in. Zarokên me jî bi me serbilind in. Li vê sermayê ji bo gelê xwe em derketine.  Çi qas Erdogan gefan bixwe û êriş bike gelê me ji wan natirse.  Ew çiqas êrişên xwe li ser me bikin em hin zêdetir xûrt dibin, hin zêdetir berxwe didin. Em li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên girêdayî wê û şaneyên veşartî parastinê dikin.”

‘ME PÊŞÎ LI ÊRIŞÊN ŞANEYÊN VEŞARTÎ GIRT’

Endamê Rêveberiya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a navçeya Zirganê Ehmed Şexmûs diyar kir ku ji êrişên dagirkeran re navçeya Zirgan bûye hedef û got: “Gelek şaneyên veşartî yên çeteyan jî li navçeyê hene. Em jî bi taybet hem li dijî êrişan, hem li dijî şaneyên veşartî, hem jî parastina gelê xwe ewlehiyê digirin. 4 bendên kontrolê li navçeyê hene.  Di encama xebatên me de gelek şaneyên veşartî me li navçeyê girtin. Wan çeteyan hewl da mayinan têxin noqteyên hêzên me. Her wiha hin ji kiryarên wan ku di nav gelê herêmê de hewl didin nakokiyan derxin û cihê hêzên me ji çeteyan re radigihînin. Em dixwazin gelê me yê koçber bûye, vegere ji ber ku em dikarin parastina gelê xwe bikin. Di encama êrişan de me şehîd û birîndar jî dan ku em xeta şehîdên xwe bernadin.  Bi taybet çete sivîl û Hêzên Ewlekariya Hundirîn dikin hedef. Beriya demekê di encama êrişan de sivîlek birîndar bû. Dewriyeyên hêzên me 24 saetan hene.”  

ANHA


Mijarên Din