Di cihanê de herî zêde Tirkiye rojnamegeran digre

Peymanegeha navdewletî ya çapemeniyê diyar kir ku hejmareke pir mezin li ser astê cîhanê ji rojnamegeran hîna di girtîgehên Tirkiyê de ne, û destnîşan kir ku ev dane binpêkirinên mezin ji mafên bingehî re, temam dikin. Peymangehê tekez kir ku Tirkiye dewleta herî zêde ku rojnameger tê de tên girtin in.

Di raporeke xwe de, peymangeha navdewletî ya çapemeniyê bibîr xisit ku ji dema hewldana qaşo dabeyê de, bi sedan rojnamevanên tirk bi tewanên ku piraniya wan bi terorê ve girêdayî ne, rastî dadgehkirinê hatine.

Peymangehê di rapora xwe de got: "li pişt van hejmaran, çîroka binpêkirinên mafên bigehîn, temem dibe. Bi dehan rojnamevan bi mehan û hinek jî bi salan heta dema dadgehkirinê, di girtîgehan de tên ragirtin. Piraniya tewanan bi terorê ve girêdayî ne û gelek dozên din jî bê tewanên fermî ne."

Raporê da zanîn ku piştî pêngaveke dirêj a armancêm siyasî yên dijî çapemeniyê, rojnamevan tên girtin. li gorî raporê, ji deh salan û vir ve, di cîhanê de Tirkiye "dewleta herî zêde ku rojnamevan tê de tên girtin" e.

Peymangehê got ku ji dema hewldana qaşo "darbeyê" de, hejmareke mezin ji dozan li pêşberî dadgeriya Tirkiyê ne. lê belê nikare bi rengekî guncew li wan dozan were nêrîn ji ber ku 1/3 dadgeran ji nava yên ku bi tewana girêdana wan bi dewldana darbeyê re, ji kar hatine avêtin in.

Li gorî peymangehê, rewşa çapemeniyê li vî welatî (Tirkiyê) ji dema bidawî kirina rewşa awarte di sala borî de piştî ku 2 salan dirêj kir, baş nebûye.

Hêjayî bibîr xisitinê ye ku Tirkiye 150 hezar dadger û mamosteyên zanîngehan, fermandarên artêşê û karmendên hikumetê û hwd bi tewana piştgiriya bi zilamê olî yê tirk re ku li Amerîkayê ye û Enqere wî li piştî dewldana darbeyê nîşan dide, ji kar avêtin. Her wiha zêdetirî 77 hezar kes di girtîgehan de li benda darazê ne.

Rexnegêr dibêjin ku serokkomarê tirk Recep Tayyîp Erdogan hewladan darbeyê wek behaneyekê ji bo têkbirina opizsyonê û xurtkirina desthilatdariya xwe, bi kar anî.


Mijarên Din