Di çarêoveya mafên parastina rewa de şervanên QSD’ê bersiva êrîşan didin

Şervanên Hêzên Sûriye Demokratîk (QSD) piştrast kir ku dewleta Tirk a dagirker, çeteyên DAIŞ û El-Nusra agirbestê binpê dikin .

Artêşa Tirk a dagirker di 9’Cotmehê de li dijî gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê êrîşek bi navê ‘Kaniya Aştiyê” da despêkirin di encama van êrîşan de bi hezaran sivîl ,birîndar ,şehîd û koçber çêbûn .Agirbest di 23’ Cotmehê de  ji aliyê Tirkiyê û Amêrkayê ve hate raghadin. Artêşa Tirk a dagirker, çeteyên DAIŞ û El-Nusra agirbestê bin pê dikin û êrîşî gundên Menacîr ,Erbeîn ,Esediyê û Cafa kir. Der barê êrîşan de şervanên QSD’ê mafên parastina rewa pêk anîn û bersiva êrîşan da.

Şervanê QSD’ê Hemza Xabûr piştrast kir ku artêşa Tirk a dagirker, çeteyên DAIŞ û El-Nesra êrîşî gundê Menacîr kir û wiha axivî:" Ji duh nîvro de artêşa Tirk û çeteyên wê êrîşî gundên Menacîr ,Cafa ,Erbeîn û Esediyê kir. Êrîş ji duh ve nehatiye rawestandin .Em jî wekî şervanên QSD’ê di çarçoveya mafên parastina rewa de bersivê didin êrîşan .”

Şervanê QSD’ê Şêrgo Hesekê got: "Artêşa Tirk a dagirker, çeteyên DAIŞ û El-Nesra agirbestê bin pê dikin ,qaşo agirbest hatiye îlankirin, lê li ser erdê ev yek nehatiye pêk anîn. Êrîşên wan berdewam e. Em jî li hember van êrîşan di çarçoveya mafên parastina rewa de bersiva êrîşan didin .”

‘Armanca êrîşan guhertina demografiya herêmê ye ‘

Şervanê QSD’ê Egîd Serêkaniyê bal kşand li ser  binpêkirina agirbestê û wiha anî ziman: "Artêşa Tirk a dagirker, çeteyên DAIŞ û El-Nesra ji duh ve bi tang , top  û balafiran êrîşî gundên Menacîr ,Cafa ,Erbeîn û Esediyê dikin. Sivîlan direvînin û qetil dikin .Ev êrîş komployeke li dijî gelên herêmê bi armanca guhertina demografî pêk tê .Em jî wek şervanên QSD’ê mafên parastina rewa pêk tînin û bersiva êrîşan didin, da ku sivîlan ji qetilkirin û revandinê rizgar bikin .”

ANHA


Mijarên Din