Di çalakiyên HRE’yê de herî kêm 2 çete hatin kuştin

HRE’yê daxuyand ku di çalakiyên wan ên di navbera 20-23’yê Adarê de herî kêm 2 çeteyên artêşa Tirk a dagirker hatine kuştin.

HRE’yê bi daxuyaniyeke nivîskî der barê çalakiyên xwe de agahî dan û diyar kir di çalakiyên wan ên ji 20 heta 23’yê Adarê de herî kêm 2 çete hatine kuştin û 3 çete jî birîndar bûne.

Daxuyaniya Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) wiha ye:

“Roja 20’ê Adarê; hêzên me li navenda bajarê Efrînê çalakiyeke sabotajê li dijî çeteyên artêşa dagirker li dar xist. Di encamê de 1 çete hat kuştin û 2 çete jî birîndar bûn.

Hêzên me li bajarê Efrînê li ser rêya navçeya Raco çalakiyeke sabotajê li dijî çeteyên artêşa dagirker li dar xist. Di encamê de 1 seyare hat derbkirin û 1 çete jî birîndar bû.

Roja 21’ê Adarê; hêzên me li gundê Kefer Xaşir ê bi ser bajarê Ezazê ve çalakiyeke sekvanî li dijî çeteyên artêşa dagirker li dar xist. Di encamê de 1 çete hat kuştin.

Roja 23’yê Adarê; hêzên me li Qada Azadî ya navenda bajarê Efrînê çalakiyeke sabotajê li dijî çeteyên artêşa dagirker li dar xist. Lê belê encama çalakiyê nehat zelalkirin.

Her wiha artêşa dagirker û çeteyên wê di van demên dawîn de gund û navçeyên girêdayî herêma Efrîn û Şehbayê bê navber topbaran dikin û tevgera balafirên bêmirov li ser herêmê berdewam dike.”


Mijarên Din