Di çalakiya li ser sînorê Xezayê de 49 filistînî birîndar bûn

Di çalakiyên " Meşên Vegerê û Şikandina Çemberê" de ku heftane li ser sînorê Xezayê li dar dikevin 49 filistînî bi guleya artêşa Îsraîlê, birîndar bûn

Nûçegihanê me yê li Xezayê li ser zimanê Wezareta Tendirustiyê ya Filistînê ragihand ku: "Artêşa Îsraîlê guleyên zindî û plastîkî avêtin berşdarên çalakiyên li ser sînor û di encamê de 49 welatî birîndar bûn."

Nûçegihanê me îşaret pê kir ku ji nav birîndaran 2 rojnameger hebûn.

Li aliyekî din jî berdevkê Artêşa Îsraîlê bi bîr xist: "Îro nêzî 6 hezar filistînî beşdarî çalakiyên li ser sînor bûn. Hin ji çalakgeran kevir avêtin hêzên nêzî sûrê birînê ya di navbera wan de."

Artêşa Îsraîlê piştî şerê duh ê di navbera çekdarekî filistînî û hêzên artêşê de ku di encamê de çekdarê filistînê hate kuştin û 3 jê hêzên artêşê birîndar bibûn, tevgera xwe li ser sînorê Xezayê zêde kir.

Xwepêşandana îro dirûşma "Komkujiya Wadî Humsê " ji bo piştgiriya bi şêniyên taxa Wadî Humsê ya bajarê Qudisê ku di meha borî de malên ji aliyê Îsraîlê ve hatibûn hilweşandin, hilgirt.

(fr)

ANHA


Mijarên Din