Di çalakiya HRE’yê de 2 leşkerên Tirk hatin kuştin

HRE’yê ragihand ku duh Şêrawa li dijî artêşa Tirk a dagirker çalakiyek li dar xistine û di encamê de 2 leşker hatine kuştin, 4 leşker jî birîndar bûne. Her wiha ji ber topbarana artêşa Tirk welatiyek şehîd bû û 2 welatî jî birîndar bûn.

Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku duh hêzên wan li gundê Birc Heyder ê navçeya Şêrawa ya Efrînê li dijî artêşa Tirk a dagirker çalakiyek li dar xist û di encamê de 2 leşker hatin kuştin, 4 leşker jî birîndar bûn. Her wiha heman rojê ji ber topbarana artêşa Tirk welatiyek şehîd bû û 2 welatî jî birîndar bûn.

Daxuyanî wiha ye:

“Roja 24’ê Sibatê li nêzî gundê Birc Heyder ê navçeya Şêrawa hêzên me li hemberî artêşa Tirk a dagirker çalakiyeke sabotajê li dar xist. Di encama çalakiyê de 2 leşker hatin kuştin, 4 leşker jî birîndar bûn.

Di encama bombebarana artêşa dagirker di heman rojê de welatiyek sivîl şehîd ket, 2 welatî jî birîndar bûn. Her wiha li ser herêmê tevgera balafirên şer û balafirên keşfê çêbû.”


Mijarên Din