Di bombebarana Îsraîlê de 4 efserên Îranê û 3 leşkerên rejîmê hatin kuştin

Di bombebarana Îsraîlê ya li ser herêma balafirgeha Şamê ya navneteweyî de 4 efserên Îranê û 3 leşkerên rejîmê ku 2 ji wan efser in, hatin kuştin.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) wiha da zanîn: "Şeva din di bombebarana Îsraîlê ya li ser balafirgeha Şamê ya navdewletî de windahiyên mirovî çêbûn."

SOHR`ê tekez kir ku herî kêm 4 efserên Îranê û 3 leşkerên rejîmê ku 2 ji wan efser in, hatine kuştin.

Navendê diyar kir ku piştî daketina balafireke bar ku nehat zanîn ji Îranê dihat an ji herêmeke din a hundirê Sûriyê, bombebaran pêk hat.

Balafirên şer ên Îsraîlê di 6`ê vê Sibatê de nuqteyên hêzên rejîmê û komên alîgirên Îranê li Lîwaya 91 ya girêdayî Firqeya Yekemîn li derdora Kiswe û Lîwaya 75 li derdorê El-Miqêbliyê ya rojavayê Şamê, her wiha nuqteyên li herêma Cisir Bexdad li ser rêya Şam-Humisê û balafirgeha Zîraî ya başûrê herêma Izree li parêzgeha Derayê, bombebaran kiribûn.

(cx)

ANHA


Mijarên Din

Li Şamê teqîn