​​​​​​​Di bombebarana li Bamernê de 2 sivîlan jiyana xwe ji dest da-HATE NÛKIRIN

Di saetên êvarê de balafirên dewleta Tirk a dagirker li gundê Hesenpîrkê ya bajaroka Bamernê 2 wesayît bombebaran kirin. Di encamê êriê de 2 sivîl jiyana xwe ji dest da.

Roj Newsê ragihand ku di saetên êvarê de balefirên dewleta Tirk a dagirker li gundê Hesenpîrkê ya bajaroka Bamernê yê ser bi navçeya Amêdiyê ya Başûrê Kurdistanê 2 wesayîtên sivîlan bombebaran kirin.

Hate gotin di encama bombebaranê de 2 welatiyên sivîl jiyana xwe ji dest da. Navê herdu welatiyên jiyana xwe ji destdane wihane; Dilovan Şahîn Omer Keşanî yê ji eşîreta Gulî û Ebdullah Ehmed yê ji gundê Bendkê ya ser bi bajaroka Mangêşkê ya girêdayî parêzgeha Dihokê ye.

Li gorî tê gotin Ebdullah Ehmed pêşmergeyê zêrevanî yê PDK’ê ye.


Mijarên Din