Di bombebarana artêşa Tirk de 2 sivîl birîndar bûn

Li gorî ajansa Rojnewsê, balafirên şer ên dewleta Trik şevê din Binarê Qendîlê bombebaran kirin. Di bombebaranê de du sivîlên mam û pismamên hev birîndar bûn.

Balafirên şer ên dewleta Tirk şevê din di saet 21.30'an de gundên Zêwke, Aliyereş  û Kunemaryan yên bajarokê Pişder û Binarê Qendîlê bombebaran kirin. Di bombebaranê de 2 sivîl birîndar bûn.

Li gorî agahiyên nûçegihanê Rojnewsê dane, ji ber bombebanê gelek ziyan bi bax û rezên gundiyan ket.

Hêjayî gotinê ye  ku duh êvarî di saet 17:00’an de jî balafirên şer ên dewleta Tirk Geliyê Kanî Mazî ya ser bi bajaroka Çemankê ya Amêdiyê bombebaran kirin. Di bombebaranê de ciwanek temen 20 salî dema ku li ber dikana xwe bû bi giranî birîndar bû. Piştî ciwan rakirin nexweşxaneyê ji ber ku rewşa wî girîn bû, li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest dabû.

 


Mijarên Din