Di bin bombebaranê.. şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê desteka berxwedana Girê Spî dikin

Xwepêşandêrên Bakur û Rojhilatê Sûriyê careke din piştgiriya xwe ji berxwedana Girê Spî dijî dagirkeriya Tirkiyê û çeteyên wê, nîşan dan.

Şênî li çerxereya Elem a navçeya Girê Spî kom bûn û di bin bombebaranê de daxuyaniyek dan, daxuyanî ji aliyê serokê desteya parastina Bakur û Rojhilatê Sûriyê Zêdan Asî hate xwendin.

Asî wiha got: "Em li virin û ji malên xwe naçin, balafir û obusên wan me natirsînin, hevalên me li eniyan li ber xwe didin, şervanên me destanên herî mezin li dar dixin."

Asî bang kir li cîhanê kir û got: "Herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê rastî keraseteke mirovî tê, zarokên me dikujin û mirovan didin koçber kirin, topên wan me natirsînin, em hemû pêkhate li ber xwe didin. Bi yek dest li kêleka QSD`ê disekinin, hêzên ku DAIŞ şikandin dikare we bişkîne."

(jo)

ANHA


Mijarên Din