Dezgehên çapemeniyê: Rûsya dest bi avakirina baregeheke asîmanî li Qamişlo dike

Tora Sky News Erebiye ragihand ku Wezareta Parastinê ya Rûsyayê diyar kiriye ku dest bi avakirina baregeheke asîmanî li bajarê Qamişlo yê Bakur û Rojhilatê Suriyê kiriye.

Wezareta Parastinê ya Rûsyayê îro ragihand ku Rûsyayê dest bi avakirina baregeheke helîkopteran li bajarê Qamişlo yê Bakur û Rojhilatê Sûriyê kiriye.

Wezaretê diyar kir ku baregeha nû li Qamişlo bi fuzeyên ‘ji erd bo asîman’ parastî ye û heta niha 3 helîkopter tê de hatine bicihkirin.

Çavkaniyên Rûsyayê berî çend rojan behs dikir ku Rûsya dê balafirgeha Qamişlo ji bo 49 salan ji rejîma Sûriyê bi kirê bike.


Mijarên Din