Dewriye hevpar a Rûsya û Tirkiyê bi dawî bû

Yekemîn dewriye hevpar a polîsa leşkerî ya Rûsyayê û artêşa Tirk a dagirker de bi dawî bû. Şêniyên herêmê nerazîbûn nîşanî dewriyeyê dan.

Dewriyeya hevpar  di çarçoveya lihevkirina Soçiyê de ya 22`ê Cotmehê di navbera serokê Rûsya Vladimir Putin û serokkomarê Tirkiyê Receb Tayyîp Erdogan de hate meşandin.

Dewriye ji gundê Şîrkî yê 11 km dikeve rojavayê navçeya Dirbêsiyê destpê kir û berê xwe da gundên başûr û rojhilatê navçeyê heya bighêje gundên navçeya Amûdê ya kantona Qamişlo.  Piştî ku 60 km di nav herêmê de geriya vegerîn nuqteya destpêkê ya li gundê Şîrkî yê Dirêbsiyê.

Dewriye ji 4 erebeyên polîsên leşkerî yên Rûsyayê û 4 erebeyên leşkerî yên artêşa Tirk a dagirker pêk hat.

Hebûna erebeyên artêşa Tirk a dagirker li se axa Sûriyê bû cihê nerazîbûna şêniyan. Şêniyên gundên ku dewriye tê re derbas bûye pêlav û kevir avêtin erebeyan.

Piştî meşandina dewriyê, erebeyên dagirkeriya Tirk vegeriya Tirkiyê û yê Rûsyayê jî derbasî Qamişlo bûn.

(şx)

ANHA


Mijarên Din