Dewriya Rûsya û artêşa Tirk li Kobanê bi dawî bû

Dewriya Rûsya û artêşa Tirk a ku îro li Kobanê dabûn destpêkirin, bi dawî bû.

Di çarçoveya hevpeymana Sochi a ku Tirkiyê û Rûsya di 22 Cotemaha derbasbûyî ragihandibûn, îro li bajarê Kobanê dewriya hevbeş a Rûsya û artêşa Tirk dest bi dewriya xwe ya yekemîn kirin.

Dewrî ji gundê Merc Îsmaîl(Mars Mêlê)ji dest pêkir û ber bi gundê Elîşar, Kosek, Qeremox, Cîşan, Bexdek, Cern û Xan ê rojhilatê Kobanê yê li ser sînorê Sûriyê-Tirkiyê paşê di heman rêyan re vegeriyan û panzêrên artêşa Tirk ji gundê Merc Îsmaîl derbasî xaka Tirkiyê bûn.

Şêniyên gundên Kobanê panzêrên artêşa Tirk bi kevir, zebze û hêkan pêşwaz kirin.

(eh)

ANHA


Mijarên Din