Dewreya perwerdeyê ya 5'emîn a Hêzên Hawarî yên herêma Reqayê bi dawî bû

Li Akademiya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Herêma Reqayê ya Şehîd Elî Milhim dewreya perwerdeyê ya 5'an a Hêzên Hawarê ya bi navê "Şehîd Mahir Ewed" bi dawî bû.

Di merasîmê bidawîkirina dewreyê de, hevserokê Desteya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Elî Heco, Hevserokê Meclisa Rêveber a Tebqayê Mezlûm Omer, Hevserokê Komîteya Hundirîn a Tebqayê Yesreb Hesûn û hejmarek fermandarên Hêzên Ewlekariya Hundirîn beşdarî merasîmê bûn.

Dewreya Perwerdeyê 45 rojan dewam kir. 51 endam ji herêmên Reqa û Firatê tev li perwerdeyê bûn. Endama waneyên fikirî, leşkerî û siyasî li ser erka Hêzên Hawarî, rewşên awarte, bersivdayîna lezgeîn ji bang û rêvebirina krîzan dîtin.

Merasîm bi torana leşkerî dest pê kir. Piştre kesên tev li perwerdeyê bibûn, sûnd xwarin.

Di merasîmê de Hevserokê Desteya Hundirîn a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Elî Heco bidawîkirina dewreyê li Hêzên Hawarê pîroz kir û ji wan xwest ku erka xwe bi rêk û pêk bi cih bînin, destekê bidin hemû beşê ewlehiyê ku ewlehiya sîvlan û herêmê mîsoger bikin.

Di dawiya merasîmê de rêveberên Hêzên Ewlekariya Hundirîn bawernameyên derçûnê li endaman belav kirin. Her wiha wêneyê şehîd "Mahir Ewed" yê ku di 23'ê Hezîrana borî de şehîd bibû, pêşkêşî malbata wî kirin.


Mijarên Din