Dewletên ku hevpeymana nukleerî ya Îranê mohr kiriye, li hev dicivin

Dewletên ku hevpeymana nukleerî ya Îranê sala 2015`an mohr kiriye, îro li Viyanayê li hev dicivin da ku hewl bidin hevpeymanê biparêzin.

Di encama vekişandina Amerîkayê ji hevpeymana nukleerî di Gulana 2018`an de, alozî di navbera Tehran û Washingtonê  de kûr bû. Piştre, Washingtonê cezayên tund li ser Îranê ferz kirin û bi vê yekê re aboriya Îranê derbeyek xwar.

Îran li ser dewletên Ewropayê û nexasim dewletên ku cihê xwe di nava hevpeymana nukleerî de digirin (Brîtanya, Almanya, Fransa) israr dike ku tedbîran ji bo derbaskirina cezayên Amerîkayê bigirin da ku ew li gorî hevpeymanê tev bigere.

Wekî bersivdayîna cezayên Amerîkayê û provokekirina dewletên ewropî, ji bo ku bikevin nav tevgerê, Îranê hin xalên hevpeymanê binpê kirin. Di vê çarçoveyê de, Îran êdî asta ûranyumê  ku jê re hatiye veqetandin ku ew jî 300 kg ye, derbas kir û di kargehên xwe de asta ûranyumê zêde kir û ji sedî 3.67 derbas kir.

Her wiha Îranê gef xwar ku ger di Îlonê de daxwazên wê neyên bicihanîn, ew ê gavên din jî biavêje, lê hevalbendên Ewropayê li ser Îranê israr dikin ku li gorî hevpeymanê tev bigere.

Hewldanên Ewropayê û nexasim hewldana serokê Fransayê Emmanuel Macron ji bo parastina hevpeymana nukleerî, heta niha tu encam bi dest nexistin.

Ji aliyekî din ve jî, dewletên ku hevpeymana nukleerî mohr kiriye, heta niha hêvî dikin ku di civîna wezîran de ku heta niha dem jê re nehatiye diyarkirin, encamekê bi dest bixin.

Di vê çarçoveyê de, dîplomatekî ewropî ji AFP`ê re got: “Êdî girîng e ku bi Îranê re der barê binpêkirina hin xalan de were xeberdan. Civîna li ser asta wezîran dê girîng be.”

(kc)


Mijarên Din