Dewletên Ewropayê û yên Ereban piştgiriya xwe ji bo hikumeta Mistafa Kazimî diyar kir

Dewletên Ewropayê û yên Ereban namzetiya serokwezîr Mistefa Kazimî erê kir û piştevaniya xwe anî ziman.

Roja pêncşemê DYA`yê piştevaniya xwe ji bo namzetiya serokê hikumeta Iraqê yê nû Mistefa Kamizî diyar kir. Balyozxaneya DYA’yê bi daxuyaniyekê ragihand ku ew baweriya gelên Iraqê dan serokwezîr Mistefa Kazimî û hikumeta wî ya di parlamentoya Iraqê de pîroz dikin.

Di heman demê de roja pêncşemê nûnera taybet a sekretera giştî ya NY`yê li Iraqê Ceynîn Belasexerat, baweriya parlamentoya Iraqê daye hikumeta Mistafa Kazimî, bi erênî nirxand.

Her wiha dubare piştevaniya NY`yê ji hikumeta Iraqê re nîşan da.

Duh balyozê Brîtanyayê Steve erkdariya Mistefa Kazimî ji serokwezîrtiyê re pîroz kir. Hickey kar û xebata welatê xwe bi hikumeta Iraqê ya nû eşkere kir û got: "Brîtanya amade ye piştgiriya hikumeta we der barê têkbirina vîrusa koronayê de bike û der barê sereraskirina rewşa aborî, ewlehî û şerê li dijî DAIŞ`ê jî destekê bide.”

Bijîşk û serokê Parlamentoya Erebî Mişel Bin Fehim El-Silmî îro avakirina hikumeta nû ya li Iraqê pîroz kir û bi lêv kir ku di demeke wiha hesas de ku Iraqê tê re derbas dibe, ew avakirina hikumeta nû ku bi serkêşiya Mistefa Kazimî ye pîroz dikim.

(eh)


Mijarên Din