Dewletên erebî îro civîneke awarte têkildarî êrîşên dagirkeriya Tirk li dar dixin

Kombûna Dewletên Ereb ragihand ku ew ê îro ji bo nîqaşkirina êrîşên artêşa Tirk ên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê civîneke awarte li dar bixin.

Roja çarşemê Misrê ji bo nîqaşkirina êrîşên Tirkiyê yên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê banga civîneke awarte kiribû.

Serkreterê giştî yê alîkar ê Kombûna Dewletên Ereban Husam Zekî bi daxuyaniyekê got biryar hat dayîn ku roja şemiyê anku 12`ê Comehê ji bo nîqaşkirina êrîşên dewleta Tirk ên li ser xaka Sûriyê civîneke awarte were lidarxistin.

Tê zanîn ku Meclisa Ewlehiyê ya navdewletî roja pêncşemê ji bo nîqaşkirina êrîşan Ii ser xwesteka Belçîka, Fransa, Almanya, Hollanda û Brîtanyayê civîneke girtî li dar xistin.

Artêşa Tirk a dagirker 9`ê Cotmehê saet di 16:00`an de êrîşî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir.

(bx)

 

 


Mijarên Din