Dewleta Tirk zeyta zeytûnan a Efrînê li Ewropayê difroşe

Dewleta Tirk a dagirker zeyta zeytûnan ku li Efrînê dizîne, li dewletên Ewropayê difroşe.

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ku li kantona Efrînê zeyta zeytûnan dizîbûn û şandibûn Tirkiyê, niha bi rêya baziranan bi qaçaxçîtî dişînin dewletên Ewropayê.

Li gorî agahiyên ku çavkaniyên taybet ji Almanyayê dane ANHA'yê, zeyta zeytûnên Efrînê ji aliyê bazirganên Tirk ên li dewletên Ewropayê ve bi taybet li Spanya, Bulgarîstan û Almanya tê firoatin û destnîşan kirin ku her 16 lître zeyt bi 110 Euro an ku 275 hezar lîreyên Sûrî difroşin.

Çavkaniyan  diyar kirin ku torên istixbaratî yên Tirkiyê yên li welatên Ewropî  derbaskirina zeytê hêsan dikin û bi awayekî veşartî alîkariya bazirganan dikin da li gorî nirxê hatiye diyarkirin bifroşe Sûriyên li Ewropayê.

Li aliyekî din, şêniyên Efrînê diyar kirin  ku artêşa Tirk û çeteyên wê piştî ku mewsimê zeytûna û zeyta wê talan kirin şêniyên din neçar kirin ku berhemên xwe bi erzan bifroşin baziragnaên girêdayî Tirkiyê û çeteyên wî. Şênî jî neçar man ku her tenekeyeke zeytê tenê bi 17 hezar lîreyên Sûrî bifroşin.

ANHA


Mijarên Din