Dewleta Tirk û Rûsya ji dorpêça li ser Şehbayê sûdê werdigirin

Hevserokê Yekitiya Rewşenbîran a Herêma Cizîrê diyar kir ku Rûsya û dewleta Tirk ji ambargoya ku hikumeta Şamê li ser kantona Şehbayê ferz kiriye sûdê werdigirin û got:"Berxwedana gelê Efrînê wê planên wan vala derxe."

Di 20`ê Çileya 2018`an de dewleta Tirk a dagirker û çeteyên girêdayî wê êrişên hovane li dijî kantona Efrînê pêk anîn û piştî 2 mehan kantona dagir kir. Di encamên êrişên dagirkirinê de şêniyên Efrînê koçî kantona Şehbayê bûn.

Piştî ku şêniyên Efrînê koçî Şehbayê bûn û li wir bi cih bûn, hikumeta Şamê jî ambargo li ser kantonê ferz kir û nahêle pêdiviyên jiyanî wekî madeyên xwarin û sotemaniyê derbasî kantonê bibin. Her wiha çûn û hatina şêniyan jî asteng dike.

Hevserokê Yekitiya Rewşenbîran a Herêma Cizîrê Kurdiyar Dirêî li ser mijarê got ku dewleta Tirk a dagirker piştî ku Efrîn dagir kir, dest bi tolhildanê kir û wiha got: "Yek ji sedemên tolhildanê ew e ku ji sedî 95 niştecihên Efrînê Kurd in û ya duyem jî ji ber ku gelek şûnwarên dîrokî li Efrînê hene.”

Dirêî diyar kir ku şêniyên Efrînê nexwestin ji warê xwe dûr bikevin û li kantona Şehbayê bi cih bûn, lê mixabin ji aliyê hikumeta Şamê be gelek astengiyan dikişînin. Her wiha dewleta Tirk sûcên dermirovê li dijî wan pêk tine.

Dirêî bal kişand ser rola Rûsyayê ya ku dagirkirina Efrînê erê kir û da zanîn ku Rûsya amade ye ku tevahî Sûriyê bifiroşe û wiha got: "Ji ber ku Rûsyayê xwest ku li ser çeteyên di hundirê Sûriyê de bazirganiyê bike û wan çeteyan ji hundirê Sûriyê derxîne. Ji bo ku wan çeteyan jî li hember şoreşa kurdan bi kar bîne bêexlaqiyeke mezin kir."

Li ser bêdengiya hêzên navneteweyî ya li hemberî sûcên dewleta Tirk ên li dijî şêniyên Efrînê, Dirêî diyar kir ku gelê Kurd di gelek  qirkirinan re derbas bûn û civaka navdewletî bê deng ma û wiha axaftina xwe domand: "Civaka navneteweyî ji bo berjewendiyên xwe bêdeng bimînin. Dema rêxistinên mafê mirovan di raporên xwe de dibêjin ku dewleta Tirk zagonên mafên mirovan bin pê kirine, lê bêdeng dimînin û tu helwestê nîşan nadin.  Ew bi xwe jî dibêjin ku dewleta Tirk sînorê Bakur û Rojhilatê Sûriyê derbas dike û dibêjin jî belge hene. Lê ji ber berjewendiyên xwe nahêle ku van sûcan  rawestîne."

HIKUMETA ŞAMÊ BI DORPÊÇÊ HEWL DIDE TEWÎZAN JI RÊVEBERIYA XWESER BIGIRE

Kurdiyar Dirêî di berdewama axaftina xwe de bal kişand ser  ambargoya ku hikumeta Şamê li ser kantona Şehbayê ferz û zexta ku li Rêveberiya Xweser dike û wiha got: "Ji ber ku berjewendiyên dewletên dagirker yek in, hikumeta Şamê naxwaze Kurd mafên xwe bi dest bixin, dewleta Tirk jî hebûna kurdan qebûl nake, ev her du armanc dihêlin ev dewlet bibin xwedî heman berjewendiyêز

ihêle ev dewlet bighêjin hev, . Di heman demê de Rûsya jî naxwaze hêzeke demokratîk ku pêşengiya çareseriya aloziya Sûriyê bike li herêmê ava bibe. Ji ber ku dixwaze çareseriya aloziya Sûriyê bi xwe ve girê bide, armanca wê ya sereke ku li ser kurdên li  vê deverê bazareke qirêjî pêk bîne."

Dirêî wiha pê de çû: "Zextên hikumeta Şamê yên li ser li Şehbayê ne ji xwe ve tên. Ji ber ku hem Rûsya alîgirê wê ye û Tirkiyê sûdê jê digire. Her wiha sûdgirtina hikumeta Şamê ji vê zextê ew e ku tawîzan ji Rêveberiya Xweser bigire, ev yek jî bi dest nakeve ji ber em dibînin ku li hember êrişên dewleta Tirk berxwedaniyeke mezin tên kirin."

Hevserokê Yekitiya Rewşenbîran a Herêma Cizîrê Kurdiyar Dirêî di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku dewleta Tirk dixwaze gelê Efrînê dûrî Efrînê bixe, ji ber ku kantona Şehbayê nêzîkî Efrînê ye, her dem berxwedaneyeke li wir tê meşandin û wiha got: "Dewleta Tirk di wê baweriyê de ye ku rojek ji rojan dê gelê Efrînê vegere Efrînê, lewra dema van zextan dikin, dixwazin gelê Efrînê ji hev belav bikin."

ANHA


Mijarên Din