Dewleta Tirk peymana ku dema wê bi dawî bûye dike hinceta destwerdana li Lîbyayê 

Tevî nerazîbûna navdewletî jî dewleta Tirk destwerdana xwe bi awayekî mezin li Lîbyayê didomîne. Hevpeymanên ku bi hikumeta Wîfaqê re danîne ya ku dema wê bi dawî bûye, ji mudaxeleyên xwe re dike hincet. Gelo kîjan destwerdana rewa ye ku dewleta Tirk behsa wê dike?

Muzakereya lihevkirinê ya di navbera dewleta Tirk û hikumeta Wîfaqê ya bi serkêşiya Fayîz El-Sîrac a der barê tevkariya ewlehî û leşkerî, xêzkirina sînorê deryayî de bertekeke erebî û navdewletî ya berfireh li hemberî destwerdanên li ser hev ên dewleta Tirk di gelek welatên erebî de çêkir.

Piştî lihevkirinên bi hikumeta Wîfaqê re, dewleta Tirk destwerdana leşkerî li Lîbyayê kir da ku deste deyne ser herêmên wê û bigihêje deverên petrolê.

Li gel metirsiyên li ser rola Misirê ya li Lîbyayê, serokkomarê dewleta Tirk Recep Tayyîp Erdogan derewên xwe didomîne û soz daye ku dê desteka hikumeta Wîfaqê ya li Terablusê bidomîne.

Serokê Misirê Ebdulfettah El-Sîsî di hevdîtina bi şêxên qebîleyên Lîbyayî re ku li Qahîreyê pêk hatibû, gotibû: "Em ê li hemberî her tevgereke ku rasterast ewlehiya neteweyî ne tenê ya Misir û Lîbyayê, lê belê ewlehiya erebî, herêmî û navdewletî tehdît dike, bê deng nemînin." El-Sîsî her wiha destnîşan kir ku artêşa welatî wî dikare rewşa leşkerî ya Lîbyayê bi awayekî lezgîn biguherîne.

Li ser pirsa îhtîmala destwerdana Misirê, Erdogan got: "Gavên Misirê diyar dike ku li kêleka derbekar Xelîfe Hefter disekine û beşdarî xeteke nerewa dibe."

Erdogan destwerdana xwe ya li Lîbyayê dispêre hevbendiya bi hikumeta Wîfaqê ya bi serkêşiya Fayiz El-Serac re. Lê erk û rola vê hikumetê ji sala 2017'an de bi dawî bûye.

Peymana Suxeyrat 17'ê Kanûna 2015'an di navbera aliyên binakok ên Lîbyayê bi sponseriya Neteweyên Yekbûyî (NY) li bajarê Suxeyrat ê Mexribê hate îmzekirin. Peyman bi çavdêriya nûnerê berê yê NY'yê Martin Kolber ji bo bidawîkirina şerê duyemîn ê navxweyî yê Lîbyayê yê ku di sala 2014'an dest pê kiribû, hate îmazekirin. 22 parlemanterên Lîbyayî peyman îmze kir û di 6'ê Nîsana 2016'an piraniya hêzên ku pejirandina li gorî wê, dest bi xebatê kirin.

Peyman ji 76 madeyên sereke li ser 9 bendan pêk tê. Ji bendên wê; erkên serokatiya hikumetê ji bo meclisa serokatiyê ya hikumeta Wîfaqê were dayîn, merheleya demkî nû were destpêkirin ku 18 mehan dewam bike, heke dema erka hikumetê bi dawî bibe, dibe 6 mehên din were dirêjkirin, her wiha parlemantoya Lîbyayê di civîna xwe ya li Tebreqê ya bi serokatiya şêwirmed Eqîle Salih de rewabûn da vê peymanê, her wiha bendeke din ji vê lihevkirinê hate avakirin (Konseya Bilind a Dewletê bi serokatiya Xalid El-Mişerî).

Li gorî peymanê dema erka hikumeta El-Serac roja 17'ê Kanûna 2017'an bi dawî dibe.

Li gorî navaroka peymana Suxeyrat; piştî salekê ji îmzekirinê bandora destûr û bendên peymanê xwe winda dikin, dibe ku salek were dirêjkirin bi şertê lihevkirina di navbera aliyên têkildar de.

Parlemantoya Lîbyayê lihevkirina di navbera hikumeta Wîfaq û dewleta Tirk de red kir, ji ber wê ne qanûnî û ne rewa ne.

Girêdayî vê mijarê şêwirmendê parlemantoya Lîbyayê Fethî El-Mireymî ji ANHA'yê re got: "Êrişa dewleta Tirk ya li Lîbyayê bi alîkariya milîsên terorîst pêk hat. Dewleta Tirk bi çek, cebilxane û dronan destekê dide terorîstan. Çeteyên terorîst ji Cebhet El-Nusra û rêxistinên din ên tundraw kom dike û tîne Lîbyayê."

El-Mireymî diyar kir ku êrişa dewleta Tirk bi desteka hikumeta Fayiz El-Serac jî pêk hat a ku dema wê bi dawî bûye û ev tiş diyar kir: "Ev êriş di encama lihevkirinên îmzekirî navbera dewleta Tirk û hikumeta El-Serac de pêk hat, ku parlamenatoya Lîbyayê nepejirandiye û gelê Lîbyayê li hemberî wê derket xwepêşandanan. Her wiha piraniya pêkhateyên Lîbyayê daxuyanî dan û lihevkirinên dualî şeremzar kirin."

Şêwirmendê serokê parlamentoya Lîbyayê bi bîr xist ku hemû pîvan û qanûnên navneteweyî destwerdana dewleta Tirk li Lîbyayê red dikin û destnîşan kir ku parlamantoya Lîbyayê destekê dide diyalogê ji bo çareserkirina aloziya Lîbyayê û wiha got: "Helbet heke diyalog tune be dê şerek bi dewleta Tirk, fermandarên terorê û komên tundraw re çêbe."

Fethî El-Mireymî destnîşan kir ku parlemantoyê xetereya vê destwerdanê hîs kir, li ser vê bi daxuyaniyekê bang li Komara Erebî ya Misirê kir ku heke xetereya gefê li ser ewlehiya Lîbya û Misirê hîs kir destwedanê bike, nemaze bi belavbûna milîsên terorîst li nêzî Sirteyê.

Lêkolînerê misirî yê kar û barên Lîbyayê Mihemed Fethî Şerîf tev li nêrîna El-Mireymî dibe û wiha lê zêde dike: "Navaroka peymana Suxeyratê; reşnivîsa sereke ya merheleya demkî 18 meh in yanî sal û nîvek, dibe tenê 6 mehên din were dirêjkirin heke hikumet erkên xwe temam nekirin. Peyman ji sala 2016'an de ket meriyetê, li gorî biryarên Neteweyên Yekbûyî û bendên peyamê, peyman bi dawî bû."

Şerîf ji ANHA'yê re axivî û diyar kir: "Peymana Suxeyrat ji bendên girêdayî rêvebirin û hin bendên sereke pêk dihat. Her wiha erkên hikumeta Wîfaqê diyar kir û tedbîrên avakirina baweriyan ku paşguhkirî man, diyar dike. Dîsa jî mijarên ewlehiyê ku Neteweyên Yekbûyî bi awayekî mezin çalak nekir, her wisa rewşa destûr, deste û meclisên pispr jî diyar kir lê li gorî hatibû lihevkirin pêk nehat. Dîsa Lîbyayî desteka navdewletî negirt ku bû hedefa destwerdanên derve mîna dewleta Tirk û Qeterê."

LIHEVKIRIN NE REWA NE

Lêkolînerê misirî destnîşan kir ku di lihevkirinê de nabe serokê hikumeta Wîfaqê biryarên ferdî bigire, lê El-Serac ev yek kir, her wiha hejmarek mezin ji endamên meclisa serokatî ku bingeha sazumaniya peymana Suxêratê ne îstîfa kirin, Neteweyên Yekbûyî piştî dema lihevkirinê bi dawî bû, neşopand.

Şerîf di dawiya axaftina xwe de got: "Lihevkirina Fayiz El-Serac û dewleta Tirk piştî dema hikumeta Wîfaqê bi dawî bû, nema rewa ye. Ya dibêjin hikumeta Wîfaq a li Lîbyayê rewa ye ev tişt ne rast e. Ya fermî rewşa parlamentoyê ye ku aliyê qanûnî ya herî bilindî e ya ku peymana Suxeyratê îmze kir. Di encamê de, parlemanto aliyê tekane yê rewşa li Lîbyayê ye."

ANHA


Mijarên Din