Dewleta Tirk nuqteyên hêzên rejîmê bombebaran dike û hêzeke zêde dişîne herêmê

Dezgehên ragihandinê diyar kir ku hêzên dewleta Tirk nuqteyên hêzên rejîmê li gundewarên Heleb û Idlibê bombebaran kirin. Her wiha Tirkiyê ragihand ku dê hin hêzên din ên leşkerî bişîne herêmê.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) ragihand ku hêzên dewleta Tirk ji nuqteyên çavdêriyê yên Tirkiyê ku li derdorê Seraqibê, nuqteyên hêzên rejîmê bi moşekan bombebaran kirin. Ev yek hemwextî bombebarana hêzên rejîmê ya li ser nuqteyên çeteyên Tirkiyê yên li derdorê bajarê Seraqibê pêk hat.

SOHR`ê her wiha tekez kir ku hêzên dewleta Tirk yên li ‘Foca 46`an’ ya gundewarên rojavayê Helebê bi cih bûne, nuqteyên hêzên rejîmê li bajarokê Kefer Heleb ê rojavayê Helebê bi moşekan bombebaran kirin. Tu agahî der barê windahiyên de bi dest neketin.

Di heman derbarê de balafirên şer ên Rûsyayê gelek êrişên asîmanî li derdorê bajarokê Kefer Naha ya rojavayê Helebê pêk anîn.

Li aliyekî din wezîrê parastinê yê Tirkiyê Hulusî Akar wiha ragihand: "Me biryara şandina yekîneyên din ên leşkerî ji bo Idlibê da. Armanca me pêkanîna agirbestê ye û domdariya wê ye. Em ê çavdêriya herêmê bikin."

Wezareta Parastinê ya Rûsyayê duh wiha gotibû: "Pêşketina hêzên rejîmê hişt ku herêmeke ewle li gorî peymana Soçiyê ava bibe. Piştî ku dewleta Tirk peyman pêk neanî."

Piştî pêşketinên dawîn ên hêzên rejîmê û kuştina leşkerên Tirk, rageşiya di navbera hêzên rejîmê bi destekdayîna Rûsyayê ji aliyekî ve û dewleta Tirk ji aliyê din ve zêde bû.

(cx)

 


Mijarên Din

Li Şamê teqîn