Dewleta Tirk milyonek kes zêdetir ji ava vexwarinê mehrûm dike

Rêveberiya Avê ya Kantona Hesekê, ji ber ku dewleta Tirk stasyona avê ya Elokê ya navçeya Serêkaniyê jî kir armanca êrîşên xwe, bang li şêniyan kir parastina avê bikin û avê vala vala xerç nekin.

Artêşa Tirk a dagirker duh stasyona ava vexwarinê ya Elokê ya girêdayî navçeya Serêkaniyê ya kantona Hesekê topbaran kir. Stasyon milyonek kes zêdetir bi av dike.

Ji ber vê yekê Rêveberiya Avê ya Kantona Hesekê daxuyaniyek da û bang li welatiyan kir ku parastina av li ba wan heye bikin. Daxuyanî ji aliyê Hevseroka Rêveberiya Avê Sozdar Ehmed ve hate xwendin.

di daxuyaniyê de ev tişt hatin:

“Duh seat 15:00 dewleta Tirk a dagirker stasyoa ava vexwarinê ya Elokê ya Serêkaniyê kir armanc, bi 10 topan zêdetir hate armanckirin , 3 ji wan topan li avahiya tirumpeyên avêtina avê ketin, kabloyên kehrbe stasyonê jî ketin ber topan û di encamê de stasyon ji xizmetê derket.

Li ser vê yekê em bang li welatiyan dikin ku parastina ew ava heyî bikin, her wiha em bang li Rêxistinên Mirovahî dikin li hemberî karesatên mirovî erkên xwe pêk bîne ku zêdeyî milyonek kesî bê av mane.”

(rr)

ANHA


Mijarên Din