Dewleta Tirk lêkirina dîwarê parçekirina Efrînê didomîne

Dewleta Tirk a dagirker lêkirina dîwarê li derdora Efrînê bi hedefa parçekirina xaka Sûriyê û dagirkirina wê, berdewam dike.

Dewleta Tirk a dagirker di 20’ê Çileya 2018’an de êrişî kantona Efrînê kir û bû sedema kuştin û birîndarbûna bi sedan sivîlan, her wiha di18’ê Adara heman salê de Efrîn dagir kir. Piştî dagirkirina Efrînê, li dijî şêniyên wê hovanetirîn binpêkirin ji kuştin û revandinê pêk anîn û niha jî dîwarê parçekirina Efrînê bi hedefa qutkirinê ji xaka Sûriyê lê dike, bi wê re jî hewl dide dîwar bi dirêjahiya 70 km li derdora Efrînê lêke.

Dewleta Tirk gelek xakên Sûriyê dagir dike, ew jî bi rêya çêkirina dîwarê sînor ber bi hundirê xaka Sûriyê ve bi dirêjahiya zêdetirî 300 metre. Li kêleka gundên Bêkê, Elî Kera û Zeirê yên navçeya Bilbilê ya kantona Efrînê dewleta Tirk xendekan dikole da ku dîwar çêke ku çiyayê Gir ê navçeya Bilbilê ji baregehên xwe qut bike.

Li gorî çavkaniyên ji hundirê Efrînê, dê kolandina xendekê ji serê çiyayê Gir de heta bi goristana Şêx Hemze ya li nêzî gundê Elî Kera pêk bê, da ku tev li xaka xwe bike, bi wê re dewleta Tirk sînorê xwe ji gundê Bêkê yê li hember gundê Çerçiya yê Tirkiyê nêzî 300 metre derbas kir.

Li aliyekî din jî lêkirina dîwarê parçebûnê ji hêla dewleta Tirk ve dibe sedema qutkirina bi hezaran darên zeytûnê û desteserkirina rûberên mezin ji zeviyên çandiniyê ku milkên wan ên şêniyên Efrînê ne.

(fr)

ANHA


Mijarên Din