Dewleta Tirk li gundekî Dihokê 3 sivîl birîndar kirin

Balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker gundê Giriyan a bajaroka Çemankê ya ser bi parêzgeha Dihokê ya Başûrê Kurdistanê ve bombebaran kir. Di encamê de 3 sivîl birîndar bûn.

Li gorî nûçeya Rojnews'ê, balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker di saetên piştî nîvro de gundê Giriyan a bajaroka Çemankê ya ser bi Dihokê bombebaran kir. Li gorî şahidên bûyerê di bombebaranê de 3 sivîl birîndar bûn.

Birîndar rakirin nexweşxaneya Dihokê.

Ji ber bombebaranê ziyan li malên welatiyan bûn.

Beriya wê jî herêma Balekayetî bombebaran kir, di encamê de 250 bizin û mihên welatiyekê telef bûn.


Mijarên Din