Dewleta Tirk li Girê Spî nasnameyên Tirkî li şêniyan ferz dike

Dewleta Tirk bi armanca guhertina demografîk nasnameyên Tirkî li xelkên Girê Spî û malbatên çeteyan belav dike. Her wiha nêzî 250 çete ji bo karê polîsan li Tirkiyê perwerde kiriye.

Li gorî agahiyên ku hatine bidestxistin dewleta Tirk a dagirker bi armanca guhertina demografîk nasnameyên Tirkî li xelkên Girê Spî û malbatên çeteyan ferz dikin.

Li aliyekî din jî hate diyarkirin ku dagirkeriya Tirk derdora 250 çete li Tirkiyê perwerde kirine da ku karê polîsan li Girê Spî bimeşînin. Hate gotin ku piraniya çeteyan ji parêzgehên Idlib û Humusê ne.

Her wiha hate ragihandin ku li derdora gundê Koremaza yê 12 KM dikve bakurê rojhilatê Eyn Îsayê sewqiyeta leşkerî berdewam dike û îro gelek panzêr lê hatine bicihkirin.

ANHA


Mijarên Din