Dewleta Tirk  li cihên dagir kiriye bikaranîna lîrayên Tirkî ferz kir

Dewleta Tirk  li herêmên Bakurê Sûriyê yên ku dagirkirine bi hevkariya "meclîsên herêmê" ku MÎT‘yê avakirine, bikarîna lîreyên Tirkî û kirin û firotina zêran bi lîreyên Tirkî ferz dike.

Dewleta Tirk a bi hincet û îdiayên derew firehiyek ji xaka Bakur û Rojhilatê Sûriyê dagir kirine êdî niyetên wê yên tevlêkirina xaka Sûriyê ji bo Tirkiyê roj bi roj derdikeve holê. Dewleta Tirk piştî ku alên xwe li herêmên ku dagirkirine hida û navên gelek gund û herêmên veguherand Tirkî, zimanê Tirkî di dibistanan de ferz kiriye û demografiyaya herêmê guhert, dest bi gavên pratîkî dike da ku van herêman bike beşek ji Tirkiyê, bi vê yekê li şêniyan ferz dike ku lîreyên Tirkî bi kar bînin kirîn û firotina zêran bi lîreyên xwe binirxîne.

Di civînekê de ku di navbera "Meclisa Herêmî ya Ezazê" ya ku ji aliyê îstîxbarata Tirkiyê ve hatiye avakirin û "Sandîqeya Zêrfiroşan a Ezazê" de pêk hatî de biryarek ji aliyê dagirkeriyê ve hate satandin "Nixrê zêr li gorî lîreyên Tirkî tê pêvandin, ferqa di navbera nirxê firotin û kirînê de 7 lîreyên Tirkî ye"

Ev biryar piştrast dike ku Tirkiyê hewl dide bi hevkariya çeteyên sûrî van herêmên bike beşek ji xaka Tirkiyê.


Mijarên Din