Dewleta Tirk li Başûr jî welatiyan binçav dike

Leşkerên Tirk yên ku di nava axa Başûrê Kurdistanê de, li gundê Sîran a ser bi parêzgeha hewlêrê, 2 ciwan binçavkirin.

Dagirkeriya dewleta Tirk ya li ser xaka Başûrê Kurdistan dewam dike. Li gorî nûçeya ajansa Rojnews, vê carê dewleta Tirk di nava axa Herêma Kurdistanê de dest  bi binçavkirinan kir. Li gorî agahiyên ku ketine destê ajansa Rojnewsê de, îro danê sibê, 2 ciwanên bi navê Cîhan Selîm (16) û Ebdulqehar Lezgîn (20) ji aliyê leşkerên Tirk ve li gundê Sîran a ser bi herêma Bradost a dikeve ser Hewlêrê ve hatin binçavkirin.

Li gorî agahiyên ji malbatên ciwanan hatine gitin, her dû ciwan li herêma Bradost li ber sewalan bûn. Hat zanîn ku ciwan ji bo hinek pêwîstiyan vegeriyabûn gund û leşkerên Tirk çûn di nava gund de her du ciwanan binçav kirin.

Gundê Sîran dikeve Başûrê Rojhilatê bajarokê Sîdekan a ser navenda herêma Bradost.


Mijarên Din