Dewleta Tirk karwanekî leşkerî derbasî Idlibê kir

Dewleta Tirk a dagirker karwanekî leşkerî yê nû ku tê de alavên lojîstîk û panzerên leşkerî hene, di dergeha Kefer Losîn re derbasî Idlibê kir.

Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR), dewleta Tirk a dagirker sewqiyatên leşkerî yên nû ku tê de alavên lojîstîk û panzêrên leşkerî hene, di dergeha Kefer Losîn a bi ser Lîwa Iskenderon a li bakurê Idlibê re derbasî Idlibê kir û berê xwe da nuqteyên çavdêriyê yên dewleta Tirk.

Li gorî SOHR’ê hejmarek ji alavên leşkerî yên dewleta Tirk a dagirker ji dema agirbesta nû de derbasî xaka Sûriyê bûne.

Dezgehên çapemeniyê yên Rûsyayê behsa lihevkirina tirkî-rûsî ya kêmkirina hebûna leşkerên dewleta Tirk a dagirker li Idlibê û vekişîna çekên giran ji herêmê kiribû.

(fr)


Mijarên Din