Dewleta Tirk hêzên xwe ji nuqteya Morik vedikişîne

Dewleta Tirk a dagirker vekişandina hêzên xwe ji nuqteya Morik a li gundewarên bakurê Hemayê yên di bin serweriya hêzên hikumeta Şamê de berdewam dike û berê xwe dide herêma Meir Hetat a gundewarên Idlibê.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker di çarçoveya vekişandina hêzên xwe ji herêmên di bin serweriya hêzên hikumeta Şamê de, bi dehan erebeyên leşkerî û kamyonên bi blokên çîmento û alavên leşkerî û lojîstîkê barkirî ji nuqteya Morik derxistin û berê xwe da Meir Hetat a gundewarên Idlibê.

SOHR'ê ragihand ku kamyonên sivîlan gihaştin nuqteya dagirkeriya Tirk a li herêma Morik a di bin serweriya hêzên hikumetê de. Li gorî peymana Tirkiye-Rûsyayê, dewleta Tirk a dagirker dest bi valakirina nuqteya leşkerî kir.

Dezgehên çapemeniyê yên Rûsyayê diyar kir ku şêwirên Rûsya-Tirkiyê ku di Îlonê de pêk hatibûn, bi lihevkirina li ser kêmkirina hêzên Tirkiyê li Idlibê bi dawî bû.

Li gorî SOHR'ê, artêşa Tirk a dagirker amadekariyên xwe yên vekişîna ji nuqteyên leşkerî yên li herêmên di bin serweriya hêzên hikumetê yên gundewarên Idlib û Hemayê de didomîne. Her wiha alavên xwe yên li Morik û Şêr Mixar ên gundewarên bakur û rojavayê Hemayê û El-Serman, Til El-Toqan, Ternebê, Merdîx, Meir Hetat û nuqteya li rojhilatê Seraqib a gundewarên rojhilat û başûrê rojhilatê Idlibê, kom dike.

SOHR'ê li gorî çavkaniyan ragihand ku dê artêşa Tirk a dagirker ji nuqteyên xwe yên li gundewarên Helebê ku hêzên hikumeta Şamê serweriya wan dike, vekişe.


Mijarên Din