‘Dewleta Tirk hewl dide Rêveberiya Xweser têk bibe’

Siyasetmedarên Bakur û Rojhilatê Sûriyê got “Dewleta Tirk hewl dide projeya Rêveberiya Xweser têk bibe û diyar kir ku dewleta Tirk dixwaze xaka Sûriyê tev li xaka xwe bike.”

Dewleta Tirk a ku hemû qanûnên navdewletî binpê dike, planên xwe yên vegerandina dewleta Osmanî û berfirhekirina dagirkirina herêmên Sûriyê didomîne.

Endama Buroya Têkiliyan a MSD'ê Fatima El-Hisêno diyar kir ku dewleta Tirk ji bo berjewendiyên xwe û piştgiriya komên çete destwerdana Sûriyê kir û got: "Tirkiyê destek  da çeteyan û bi rêya wekîlên xwe yên çete destwerdana Sûriyê kir. Çete di destê Tirkiyê de bûne kevirên satrancê û ji bo berjewendiyên xwe çeteyan ji herêmekê dişînin herêmeke din.”

'PROJEYA RÊVEBERIYA XWESER ÇARESERÎ YE'

Fatima destnîşan kir ku projeya demokratîk a li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo Tirkiyê cihê fikaran e û ev tişt diyar kir: "Şêniyên herêmê xwedî li projeya Rêveberiya Xweser derketine ku ji aloziya Sûriyê re çareserî ye. Ji ber vê yekê hêrsa Erdogan zêde bû û ditirse ku ev proje bighêje herêmên Tirkiyê."

'TIRKIYE HEWL DIDE SENARYOYA LÎWA ÎSKENDERON DUBARE BIKE’

Fatima El-Hisêno bal kişand ser sûcên artêşa Tirk a dagirker ên li herêmên Sûriyê yên dagirkirî û wiha domand: "Bi awayekî sîstematîk demografiya herêmê diguherin, niştecihên resen didin koçberkirin û kesên din li şûna wan bi cih dikin. Armanc ji vê ew e ku tecrubeya Lîwa Îskenderon vegerînin ku bi xwe li dijî qanûnên Neteweyên Yekbûyî û yên navdewletî ne."

Endamê rêveber ê Meclisa Şehîd Rûbar Qamişlo, Îsa Mustefa jî got: “Armanca derbasbûna dewleta Tirk li xaka Sûriyê avakirina Împratoriya Osmaniya nû û talankirina xêr û bereketa Sûriyê ye. Gelek planên Tirkiyê hene, Efrîn, Cerablus, Ezaz, Bab û Idlibê dagir kirin û hewl dide dagirkeriya xwe li Sûriyê berfireh bike.”

Îsa Mustefa bang li gelên herêmê kir ku ji bo parastina Sûriyê ji dagirkeriya Tirk bibin yek.

ANHA


Mijarên Din