Dewleta Tirk hewl dide  çeteyên DAIŞ‘ê li herêmê belav bike

Cîhan di metirsiyê de ye ku çeteyên DAIŞ‘ê ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve careke din zindî bibe. Çavdêr dibînin ku Tirkiyê hewl dide DAIŞ‘iyên li gel QSD‘ê girtî berde û wan li herêmê û cîhanê belav bike.

Ji roja têkçûna DAIŞ‘ê di aliyê leşkerî li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de, dewleta Tirk bi serkêşiya Erdogan gefên xwe yên dagirkirina herêmê bi hincetên cûda û ji rastiyê dûr ranewestand. Piştî ku Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê banga avakirina dadgeheke navdewletî ji bo darizandina çeteyên DAIŞ‘ê kir, Erdogan gefên dehan qat zêde kirin. Ji ber ku di wê tirsê de ye ku di lêpirsîna bi çeteyan re têkiliyên wan ên bi hev re eşkere bikin.

Zêdeyî 12 hezar DAIŞ‘iyên girtî hene

Piştî rizgarkirina bajarê Reqa û Dêrazorê, şervanên QSD û saziyên ewlekariyê operasyonên girtina şaneyên veşartî dan destpêkirin. Di çarçoveya operasyonan de gelek çete hatin girtin. Li gorî Fermandarê Giştî yê  QSD‘ê  di girtîgehan de zêdeyî 12 hezar DAIŞ‘î hene, jê 2 hezar biyanî ne û yên mayî sûrî ne.

 Ji wê zêdetir  bêtirî 70 hezar kes ji malbatên DAIŞ‘ê di kampa Holê ya rojhilatê bajarê Hesekê de ne.

Hebûna ewqas hejmar a çeteyan li ser cîhanê xeteriyeke mezin e ku heger birevin dê neyên kontrolkirin. Dîsa jî şaneyên veşartî yên li herêmê li benda fersendekê ne ku ji nû ve xwe birêxistin bikin û çalakiyên xwe zêde bikin.

Her çendî ku dewleta Tirk a dagirker êrîşan tîne ser herêmê hêviyên DAIŞ‘ê jî zindî dibin, ku werin berdan û xwe ji nû ve rêxistin bikin.

Rêveberiya Xweser gelek caran de banga avakirina dadgeheke navdewletî ji bo darizandina çeteyên DAIŞ‘ê yên giritî kir, û gotibû hebûna mîna vê hejmarê li gel wan him ji ser rêveberiyê barekî giran in û him jî xeteriya wan a li ser cîhanê heye. Lê heta niha bersivê vê bangê nehate dayîn, tenê hin dewletên zarokên sêwî yên hemwelatiyên xwe yên tev li DAIŞ‘ê bûne birin.

Ji wê demê ve gefên Tirkiyê yên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi hinceta avakirina "Herêma ewle" zêde bûne. Li gorî çavdêran ev gefa  di çarçoveya tirsa Tirkiyê de tê ku di darizandina çeteyan de têkiliyên wan ên bi hev re eşkere bibin.

Bi êrîşan re xeteriya DAIŞ‘ê vedigere

Reqa, Dêrazor û Tebqayê ji herêmên herî bê ewle bû di dema ku bi bin dagirkeriya DAIŞ‘ê de bûn. Rojan e bûyerên kiryarên der mirovî li ser sivîlan dihatin meşandin. Lê bi rizgarkirina van herêman ji aliyê şervanên QSD‘ê ve jiyana asayî û aramî vegeriya.

Girêdayî mijarê Şêx êşîra Sebxa, Mihemed Tirkî El-Soam ji ajansa me re diyar kir ku êrîşên Tirkiyê û vekişandina hêzên Amerîkayê ji herêmê xeteriyekî li ser herêmê çêdike ku DAIŞ‘ê ji nû ve vegere. Şêx Mihemed Tirkî got: "Em ji DAIŞ‘ê rizgar bûn, Tirkiyê hewl dide DAIŞ‘ê vegere û herêmê xirab bike."

Şêx Mihemed anî ziman ku vegera DAIŞ‘ê ne tenê li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê, di hema demê de li ser cîhanê xeter e. her wiha bi bîr xist ku bi hezaran DAIŞ‘î di girtîgehan de hene, heger Tirkiyê êrîşên xwe dewam bike îhtîmalek mezin heye ku DAIŞ‘ê xwe bi rêxistin bike.

Şêx Mihemed Tirkî El-Soam helwesta DYA‘yê rexne kir û jê xwest hesabê xwe vegerîne, ji ber ku xeteriya DAIŞ‘ê hîna ji holê ranebûye û Tirkiyê jî hewl dide wan aktîv bike. Şêx Mihemed piştgiriya xwe bi QSD‘ê re diyar kir.

Ji aliyê xwe ve şêx qebîleya El-Emûr a ji Himsê, Mihemed El-Umer got, Hêzên Sûriye Demokratîk cîhanê ji xeteriya DAIŞ`ê xilas kir, cîhanê deyndarên wê ne ku helwestên xwe ji êrîşên Tirkiyê li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê diyar bikin.

El-Umer destnîşan kir ku xeteriya vegera DAIŞ`ê hîna heye bi taybet li gel belvabûna şaneyên wê yên veşartî li herêmê bi taybet li bajarê Reqa û Dêrazorê.

Şêx El-Umer got Tirkiyê ewlehiya herêmê naxwaze, ew dewletek dagirker e û hemû dizanîn ew kaniya DAIŞ`ê ye.

Êrîşên Tirkiyê ewlehiyê dihejîne

Endamê rêveber ê Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên bajarê Reqayê Mihemed El-Elî got: "Zêdetirî 10 hezar çeteyên DAIŞ`ê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê girtî ne. Lew ra DAIŞ`ê sûd ji êrîşa Tirkiyê digire."

El-Elî diyar kir ku gelek şaneyên DAIŞ`ê yên veşartî li herêmê hene bi taybet li Reqayê yê ku tê zanîn ew paytexta xîlafetê çeteyên DAIŞ`ê bû. Lewra ew şane dê careke din xwe vejîne û dê li ser Rojhilata Navîn, cîhanê heta Tirkiyê jî xeter be.

(bb)

ANHA


Mijarên Din