‘Dewleta Tirk hewl dide çeteyan serbest berde da ku têkiliya wê ya pê re aşkera nebe’

Pêkhateyên Qamişlo pişterast kir ku armanca dewleta Tirk ji gefên êrîşkirina li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, serbestberdana bi hezaran çeteyên DAIŞ’ê yên girtî ne da ku dosyeyên dewleta Tirk ên veşartî aşkera nebin. Pêkhateyan diyar kir ku li gel çeteyan belge û nîşaneyên ku girêdana dewleta Tirk a xurt bi DAIŞ’ê re ji aliyên madî û manewî hene.

Bi dirûşma "Azadiya rêber Apo, azadiya gelan e", îro şêniyên bajarê Qamişlo meşek ji bo şermezarkirina komploya navdewletî ya li dijî rêber Abdullah Ocalan ku ketiye sala 22’yan, li dar xist.

Meş ji pêş çerxerêya rojhilatê bajarê Qamişlo dest pê kir û endamên saziyên civaka sivîl, endamên Kogreya Star, Hêzên Ewlekariya Hundirîn, partiyên siyasî û şandeya Rêveberiya Xweser a Demokratîk a Herêma Cizîrê beşdar bûn.

Beşdaran pankartên bi nivîsên "Hilweşe dijminatiya Tirkiyê", "Bimire hêzên komploger... bijî berxwedana Îmraliyê", alên Kongreya Star, PYD, YPG û YPJ’ê, QSD’ê û alên saziyên civaka sivîl hildan.

Meş ber bi Çerxerêya Sonî ya li navenda bajêr ve çû û dirûşmên silavkirina berxwedana rêber Abdullah  Ocalan mîna "Bê serok jiyan nabe", "Bijî biratiya gelan", “Hilweşe komployên navdewletî" û "Na ji dagirkeriya dewleta Tirk re" berz kirin.

Dema ku girseya gel gihaşt Çerxerêya Sonî deqeyeke rêz hat girtin. Dûre endama Koordîansyona Kongreya Star Dalya Henan axivî û komploya navdewletî ya li dijî rêber Abdullah Ocalan şermezar kir.

Dalya Henan diyar kir ku wek jin deyndarê rêber Ocalan in û wiha anî ziman: "Rêbertî jin ji çirava bedbînî ku jê bêhna koletî, zilm û serîtewandinê difûriya, derxistin û jê re rêya azadî, têkoşîn û berxwedanê nexşe kir."

Dalya Henan da zanîn ku dewleta Tirk dem bi dem gefên êrîşkirinê li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dixwe. Ew herêmên ku bi hezaran zarok di oxira ku gel bi azadî û bi rûmet li herêmê bijî, daye. Li hember tevahî êrîşên ku çeteyên DAIŞ’ê yên bi piştevaniya dewleta Tirk pêk anîne, sekinî.

Li dawiyê Dalya Henan wiha domand:  "Hedefa dewleta Tirk ji êrîşkirina muhtemel a li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, serbestkirina bi hezaran çeteyên DAIŞ’ê yên di girtîgehên Rêveberiya Xweser de girtî ne. Da ku çete dosyeyên dewleta Tirk ên veşartî bi rêya lêpirsîn û dadgehkirinê aşkera nekin. Ji ber li gel çeteyan nîşane û belgeyên sepandina girêdanbûna dewleta Tirk a xurt ji aliyên madî û manewî bi DAIŞ’ê re hene.”

Piştî Dalya Henan axaftina xwe bi dawî kir, daxuyanî bi zimanê erebî bi navê Meclisa Navçeyên Qamişlo ji hêla Nûrî Îbrahîm ve hat xwendin.

Daxuyaniya Meclisa Navçeyên Qamişlo wiha ye:

"Em gelên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi tevahî pêkhateyên xwe yên nîştimanî, olî û çandî komploya navdewletî ya ku ji 1996’an ve bi armanca hedefgirtina projeya demokratîk bi giştî û li ser kurdan bi teybet di şexsê rêber Abdullah Ocalan de ê fîlozofê neteweya demokratîk pêk hatiye de, şermezar dikin. Komplo ji 9’ê Cotmeha 1998’an ve bi bangên dewleta Tirk a derketina rêber Apo ji Sûriyê ya ber Ewropa ve, piştre ber bi Afrîkayê ve da ku komployeke nû pêk bînin, dest pê kir. Bi qurnasiya navdewletî di 15’ê Sibata 1995’an rêbertî hat girtin. Lê belê rastî serhildana gel a şermezarker li 4 parçeyên Kurdistanê, Rojhilata Navîn û Ewropa hatin. Bi wê re bi dehan fedaîyan agir bi canê xwe xist. 21 sal in hê jî komploya navdewletî li dijî kurd û gelên hezkiriyên azadiyê ne didome. Da ku tevahî projeyên demokrasiyê têk bibin. Hê jî dewleta Tirk di bêserûberî û dijminatiya xwe de ya qirkirina gelê Kurd de bi israr e û didomîne. Îro hedefên dewleta Tirk van rûdanan radixîne pêş çavan.

Dewleta Tirk reşa aramiyê ya ku bûye cihê koçber û penaberan ji tevahî herêmên Sûriyê re bi saya xwîna şehîdan, paşguh dike û ne di xemê de ye. Ji lew re, tevahî gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bang li Neteweyên Yekbûyî(NY), civaka Ewropayê û rêxistinên hiqûqnasî dike ku bi lezgîn tevbigerin da ku paratina gelên herêmê ji dijminatiya dewleta Tirk a bêserûber bikin ku bi armanca tevliheviya ewle û guhartina demografiya herêmê ye. Dê şer bi xwe re karaseteke giştî li herêmê, pêk bîne."

(fr)

ANHA

 


Mijarên Din