'Dewleta Tirk hewl dide Başûrê Kurdistanê û beşên ji Iraqê dagir bike'

Hevserokatiya Meclisa Herêma Dêrikê berxwedana destane ya HPG`ê ya li hemberî planên mêtingeriyê yên dewleta Tirk a dagirker silav kir û banga mezinkirina têkoşînê li hemberî dagirkeriya Tirk kir ku hewl dide Başûrê Kurdistanê û beşên din ên Iraqê dagir bike.

Artêşa Tirk a dagirker ji 23`yê Nîsanê ve bi armanca dagirkirinê êrişên xwe li dijî Başûrê Kurdistanê didomîne. Di van êrişan de hemû cureyên çekan bi kar tîne heta yên kîmyawî û yên qedexekirî.

Di 24`ê Tîrmehê de hêzên Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) bi çekên giran êriş birin ser herêma Çarçela ya Metînayê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê. Lê HPG`ê bersiva wê êrişê neda da ku şer dernekeve.

Der barê mijarê de Hevserokê Meclisa Herêma Dêrikê Mihemed Ebdurehîm ji ajansa me re axivî. Ebdurehîm êrişên dewleta Tirk şermezar kirin û got: “Dewleta Tirk a dagirker wek desthilateke dagirkirî li herêmê ava bûye. Hemû rêbazan bi kar tîne heta yên qedexekirî. Armanc wê jî vejandina împeratoriya osmanî ye.”

Ebdurehîm destnîşan kir ku dewleta Tirk ne tenê êrişî Kurdan dike, lê belê dixwaze Başûrê Kurdistanê dagir bike, ji ber ku xeyal dike Mîsaqê Millî pêk bîne, Başûrê Kurdistanê û beşên ji axa Iraqê dagir bike. Ebdurehîm bi bîr xist ku dewleta Tirk ji van êrişan armanc dike rêyên di navbera gelên Kurdistanê de qut bike.

`SIYASETA DEWLETA TIRK A LI BAŞÛRÊ KURDISTANÊ LI DIJÎ GELAN E`

Ebdurehîm wiha pê de çû: “Dewleta Tirk hewl dide beşên ji Kurdistanê dorpêç bike û ji herêmên din ên Kurdistanê qut bike. Êrişên wê yên li dijî Başûrê Kurdistanê berdewam in û hîna ranewestîne. Dewleta Tirk bi rêya siyaseta xwe ya li Başûrê Kurdistanê hemû gelên herêmê dike hedef.”

Ebdurehîm bal kişand ser rêbazên dewleta Tirk ên ku ji bo pêkanîna armancên xwe bi kar tîne û got: “Dewleta Tirk çeteyan bi kar tîne da ku planên xwe pêk bîne. Bi tevahiya cureyên çekan herêmê topbaran dike. Ruxmî wan hewldanan HPG`ê berxwedaneke destane li hemberî dewleta Tirk nîşan dide û derbeyên mezin li dagirkeriyê didin.”

Di dawiya gotinên xwe de Ebdurehîm bang li gelên herêmê kir ku li hemberî planên dewleta Tirk li ber xwe bidin ku dixwaze wan hemûyan qir bike û li ser qadên siyasî, dîplomatî, leşkerî û heta civakî têkoşînê mezin bikin û bibin yek.

Girêdayî heman mijarê Hevseroka Meclisa Herêma Dêrikê Zulfe Bedûr got: “Gerîla ji 40 salî ve li hemberî sûcên dewleta Tirk a faşîst li ber xwe dide.”

`PDK`Ê HEWL DIDE ŞEREKÎ BIRAKUJÎ PÊK BÎNE`

Zulfe axaftina xwe wiha berdewam kir: “Dewleta Tirk êrişî Başûrê Kurdistanê dike û derbên giran jî ji aliyê HPG`ê ve dixwe. Di demekê de ku gelê Kurd hewl dide li hemberî êrişên dewleta Tirk ên xeternak ên li dijî Kurd û Kurdistanê bibe yek, PDK`ê hewl dide şerekî birakujî derxe.”

Zulfe da zanîn ku divê hêzên kurd û Kurdistanê niha ji her demê bêtir li hemberî planên dagirkeriyê bibin yek.

Zulfe piştrast kir ku divê gelên herêmê rastiya fikir û felsefeya rêber Abdullah Ocalan nas bikin ku banga jiyana hevbeş û aştiyane dike û divê piştgiriya QSD`ê bikin, ji ber ku dewleta Tirk niyet dike herêmê bi giştî dagir bike, êdî ev niyet eşkere bûye.

(şx)

ANHA


Mijarên Din