'Dewleta Tirk hemû pêkhateyên herêmê dike hedef'

Endamê Meclisa Giştî ya Partiya Pêşerojê ya Sûriyê Elî Selama got ku dewleta Tirk hewl dide xewna xwe ya xîlafeta Osmanî bi cih bîne û ji bo ferzkirina çembera îxwanî li ser xeta sînor dixebite.

Di 12'ê îlonê de, Koma Civaka Kurdistanê (KCK) bi dirûşmeya "Bes tecrîd, faşîzm û dagirkerî, dem dema azadiyê" pêngavek ragihand, di pêngavê de banga bilindkirina asta têkoşînê li hemberî dagirkeriya Tirk hate kirin.

Endamê Meclisa Giştî ya Partiya Pêşerojê ya Sûriyê Elî Selama got, dewleta Tirk xwe li ser pêkanîna sûc û komkujiyan ava kiriye, ji destpêka avabûna dewleta Osmanî heta niha, li herêmên ku dagir kirine, qetilkirin, koçberkirin û êrişên li dijî jin û zarokan pêk anîne.

Selama bal kişand ser pêngava KCK'ê û got:  "Armanc ji pêngavê eşkerekirina sûcên dewleta Tirk ji raya giştî ya cîhanê re da ku sînorek jê were dayîn."

Selama destnîşan kir ku dewleta Tirk a dagirker ne tenê kurdan, heman demê pêkhteyên hemû gelên herêmê dike hedef. Elî Selama piştgiriya xwe ji pêngava KCK'ê re nîşan da.

Selama di berdewama axaftina xwe de îşaret bi vê yekê kir ku dewleta Tirk bi êrişên xwe dixwaze herêmê ji niştecihên wê yên resen vala bike da ku nasnameya wê îmha bike û got: "Dewleta Tirk hewl dide xewna xwe ya xîlafeta Osmanî bi cih bîne da ku çembera îxwanî li tevahî xeta sînor ferz bike. Ji ber vê divê hemû pêkhateyên herêmê li hemberî projeya îxwançî ya bisekenin."

Endamê Meclisa Giştî ya Partiya Pêşerojê ya Sûriyê Elî Selama di dawiya axaftina xwe de bang li civaka navnetewî kir erka xwe bi cih bînin û sînorekî ji dagirkeriya Tirk re deynin, her wiha banga hevgirtinê li hemberî dagirkeriyê li pêkhetayên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir.

ANHA


Mijarên Din