Dewleta Tirk gundekî Hewlêrê bombebaran kir

Balafirên şer ên artêşa Tirk a dagirker derdora gundê Rezwêlke ya girêdayî Çoman a Başûrê Kurdistanê bombebaran kirin. Di bombebaranê de ziyanek mezin gihişte mizgefta gund.

Li gorî nûçeya Rojnewsê, balafirên şer saet derdorî 19:00’an bombe li derdorî gundê Rezwêlke ya herêma Qesrê ya girêdayî navçeya Çoman a Hewlêrê barand.

Di bombebaranê de ziyanek mezin gihişte mizgefta gund,  her wiha şewat li herêmê derket.


Mijarên Din