Dewleta Tirk girekî dîrokî vegerand baregeheke leşkerî

Artêşa Tirk a dagirker girekî dîrokî yê navçeya Cindirêsê vegerand baregeheke leşkerî. Her wiha guhartina demografî û wêrankirinê jî didomîne.

Çavkaniyên ji navçeya Cindirêsê ragihand ku artêşa Tirk a dagirker ji leşkerên xwe re li ser gire (kaş) Cindirêsê yê dîrokî piştî dizîna parçeyên şûnwarî yên giranbiha, baregehekê  çêdike.

Li gorî çavkaniyan, artêşa Tirk dîwarek bi dirêjahiya 3 metreyan li derdora baregehê lê kir.

Li aliyekî dîtir jî artêşa dagirker a Tirk 2 baregehên leşkerî di demên dawîn de lê kirin. Yek di navbera gundê Til Silor û bajarê Cindirêsê û ya din jî li gundê Derwîş ê navçeya Raco ye.

ANHA


Mijarên Din