​​​​​​​′Dewleta Tirk di danûstandina bi Ocalan re peymana cîhanî ya mafên mirovan binpê dike'

Lêkolînerê di Saziya Mait a Aştî, Geşdan û Mafên Mirovan de Mihemed El-Muxtar got Rêber Abdullah Ocalan ji dema hatiye girtin, pîvanên naveteweyî yên dadgehkirina adil li ser wî pêk nehatine.

Pisporê karûbarên Tirkiyê û Sûriyê yê Saziya Mait a Aştî, Geşdan û Mafên Mirovan lêkolîner Mihemed El-Muxtar got welatiyên Kurd li Tirkiyê rastî zilm, girtina bêsrûber û gelek sûcên li dijî mafên mirovan ku hemû pîvanên navneteweyî yên mafên mirovan binpê dike, tên.

Mihemed El-Muxtar diyar kir ku hikûmeta Tirkiyê ev çend nifş in bi hovîtiyeke mezin danûstandin bi Kurdan re kir, derfet nedida ku nav û cilên xwe bikar bînin, nasnameya wan binpê kir, herêmên Bakurê Kurdistanê bi temamî hatine paşguhkirin.

El-Muxtar destnîşan kir ku hikûmeta Tirkiyê zêdetirî 1 milyon Kurd bi darê zorê ji herêmên Bakur Kurdistanê derxist, di sala 1984`an de zêdetirî 3 hezar gundên Kurdan piştî hemleya xwe ya hovane li dijî Kurdên li Tirkiyê vala kir û ev yek madeya 9`emîn ji peymana cîhanî ya mafên mirovan, binpê dike.

El-Muxtar got hemleya wan li wê astê nesekinî, opozisyon, çalakvanên mafên mirovan ên Kurd ku banga mafên Kurdan dikin û parastina wan dikin, kir hedef.

Pispor Mihemed El-Muxtar behsa dîlgirtina Rêber Abdullah Ocalan ji 15`ê Sibata 1999`an ve kir û wiha domand: "Ocalan ji dema hatiye girtin, pîvanên naveteweyî yên dadgehkirina adil li ser wî pêk nehatine."

Mihemed El-Muxtar tekez kir ku saziya Mait bi fikar sûcên ku dewleta Tirk li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk tîne, dişopîne.

Mihemed El-Muxtar got: "Hikûmeta Tirkiyê derfetê nade malbata Rêber Ocalan ku serdana wî bike. Derfeta dermankirinê di dema ku rewşa wî ya tenduristî xirab dibe, nade. Danûstandina hişt û hin caran gefên bi kuştinê. Ev hemû madeya 5`emîn ji peymana cîhanî ya mafên mirovan û madeya 3`emîn ji lihevkirina Ewropa ya mafên mirovan, binpê dike.

Mihemed El-Muxtar wiha domand:  "Sûcên ku dewleta Tirk li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk tîne li vir nesekinî. Di zindana grava Îmraliyê de di nava tecrîdê de ye. Hikûmeta Tirkiyê grevên birçîbûnê yên çalakvanên mafên mirovan ên Kurd ji bo azadiya Oalan û da ku dereta serdanê bidin malbat û parêzerên wî, paşguh dike."

Mihemed El-Muxtar tekez kir ku saziya Mait bikaranîna rêya hiqûqî, alavên wê di xurtkirina mafên mirovan ên sereke û parastina mafên Kurdan, zexta Ii ser hikûmeta Tirkiyê da ku hedefgirtina Kurdên li hundir û derveyê Tirkiyê bisekinîne, didomîne û got divê Rêber Abdullah Ocalan serbest were berdan û derfetê bidin malbat û parêzerên wî da ku pêwendiyê bi wî re bikin.

(bx)

ANHA


Mijarên Din