Dewleta Tirk demografiya Efrînê diguherîne: 100 kes ji Tirkiyê şandin Efrînê

Dagirkeriya Tirk 100 kesên ku li Tirkiyê bûn, vegerandin Efrîna dagirkirî û bi gavên wiha armanc dike ku demografiya herêmê biguherîne. Di heman demê de xwezaya Efrînê wêran dike û fidyeyê li gelê wê ferz dike.

Çeteyên koma Silêman Şah (El-Emşat) pereyan ser berhema simaq a şêniyên navçeya Şiyê ya Efrînê ferz dikin. Çavkaniyên herêmî destnîşan kir ku çeteyan li ser her malbatekê ji sedî 10 ji berhema wan ferz kiriye ku bidin wan.

Li aliyekî din jî çeteyên El-Hemzat bi dehan erebeyên ku simaq lê barkirî bûn, li ser benda kontrolê ya gundê Berbenê yê navçeya Raco girtin û pere lê ferz kirin. Her wiha çavkaniyan diyar kir ku çeteyan li ser her erebeyekê ji 5 hezar heta 15 hezar ferz kiriye.

Darên zeytûnan dişewitînin

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê agir bi darên zeytûn û daristanên li gundên herêma Efrînê xistin. Di 20`ê Tîrmeha çûyî de çeteyên artêşa Tirk a dagirker agir bi dar û daristanên gundên Kîmarê, Soxankê û Eqîbê xist, di encamê de gelek darên zeytûnê û daristinên li wan gundan şewitîn.

Di heman rojê de, çeteyên artêşa Tirk agir bi 3 hezar darên zeytûnê yên welatiyên navçeya Raco yên bi navên Mihemed Şêx Mûsa, Ehmed Şêx Mûsa, Elî Şiyê Mistefa, Ismayîl Omer Koto, Mihemed Ehmed Kalo, Enwer Bakîr, Bîrem Qasim û Mislim Şêx Mûsa xist.

Di 21`ê Tîrmehê de atêşa Tirk û çeteyên wê agir bi gelek darên zeytûnê yên şêniyên gundê Enqelê û Senarê yên navçeya Şiyê jî xist.

Di heman demê de dagirker agir bi daristanên gundê Kaxorê yê navçeya Mabata xist, şêniyan jî agir vemirand. Li aliyekî din jî çeteyên artêşa Tirk a dagirker bi dehan darên zeytûnê yên heman gundî qut kirin da ku ji xwe re bikin êzing.

Bi armanca guhertina demografiya Efrînê, dagirkeriya Tirk 100 kesên li Tirkiyê, li Efrînê bi cih kirin. Çavkaniyan got hemû kesên hatin, ne ji şêniyên Efrînê yên resen in.

Hêjayî gotinê ye ku Tirkiye penaberên  ji Sûriyê ku ji destpêka aloziya Sûriyê ve koçî Tirkiyê kiribû, dişîne Efrînê, bi wê yekê dixwaze demografiya herêmê bide guherandin.

(jo)

ANHA


Mijarên Din