Dewleta Tirk careke din gundên ku sivîl têde ne topbaran dike û QSD`ê bersiv dide

Artêşa Tirk a dagirker di van kêliyan de, careke din gundên gundewarê navçeya Tirbespiyê yên tijî sivîl topbaran kirin.

Li gorî agahiyên ku nûçegihane me ji herêmê ragihandiye, artêşa Tirk a dagirker di van kêliyan de careke din gundên bakurê navçeya Tirbespiyê yên tijî şênî topbaran dike.

Nûçegihan got hejmarek top li gundên Cihan, Til Xatûn û gundê Dêrna Qolinka ketine.

Nûçegihanê me bal kişand ser ku gundên têne topbarankirin gundên êzidî û suryanî ne. Ji aliyekî din ve Hêzên Sûriyê Demokratîk bersiva jêderên topbaranê dide.

ANHA


Mijarên Din