Dewleta Tirk bombeyan li Behdînan dibarîne

Balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker devera Balayan û bajaroka Kanîmasî ya Behdînan bombebaran dikin.

Li gorî Rojnews‘ê berî niha bi çend kêliyan balafirên şer ên artêşa Tirk a dagirker dest bi bombebarankirina devera Berwarî, Balayan, bajaroka Kanîmasî û gundê Dergelê kirin.

Li gorî agahiyên destpêkê ji ber bombebaranê ziyaneke madî ya zêde rû daye, lê têkildarî ziyana canî agahî nehatine wergirtin.


Mijarên Din