‘Dewleta Tirk bi navê îslamê li Sûriyê sûcên şer pêk tîne’ 

Serokê Meclisa Şêwirmendiya Ewqafan şaxê Kobanê diyar kir ku hikumeta Tirkiyê û komên wê yên çete, ola îslamê wekî rêbazê mayîndekirina hikmê dewleta Tirk û rewabûna pêkanîna komkujiyan, koçberkirina sivîlên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi kar tînin.

Dewleta Tirk bi navê ola îslamî êrişî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dike û koçberkirin û komkujiyên li ser gelên Sûriyê rewa dike. Di heman demê de komên çete yên ji DAIŞ û Cebhet El-Nusra jî bi navê ola îslamê heman rêbazan bi kar tînin.

Oldararên ola îslamî bikaranîna dewleta Tirk ji ola îslamê re û pêkanîna sûcên şer şermezar kirin. Di vê derbarê de serokê Meclisa Şêwirmendiya Ewqafan ê li kantona Kobanê Şêx Mehmûd Osman got: “Erdogan û çeteyên xwe ola îslamê wekî îbadetê bi kar tînin, lê belê îbadeta wan bêguman ji hikm û desthilatê re ye, ne ku ji Xwedayê dilovan re ye. “

Şêx Mehmûd wiha pê de çû: “Tirkiye û çeteyên xwe bi navê îslamê qetilkirina zarokan, serjêkirina seriyan û diziyê rewa dike. Lê belê ola îslamê li ser bingeha lêborîn û hezkirinê hatiye avakirin. Dewleta Tirk, Qurana pîroz û naveroka wê ji bo xizmeta xwe berovajî dike û bi rêya çeteyên xwe yên ku li mizgeftên Tirkiyê dixebitin, berbelav dike.”

Şêx Mehmûd Osman di dawiya axaftina xwe de wiha anî ziman: “Olên li ser rûyê erdê tu carî qetilkirina mirovan xwe bi xwe rewa nekiriye, li ser vî esasî em bang li civaka îslamî dikin ku ola îslamî ya rasteqîn binasin.”

Tê zanîn ku êrişên dewleta Tirk li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê 40 roj li pey xwe hiştin û êriş pêkhateyan Kurd, Ereb, Suryan, Aşûr, Kildan, Ermen û Tirkmen dikin armanc û hêzên navdewletî bê deng in.

(eh)

ANHA


Mijarên Din