Dewleta Tirk asta avê bilind kir, du hezar hektar zevî di bin avê de ma

Dewleta dagirker a Tirk ji nişkê ve asta çemê Celabê yê di bajarê Girê Spî re derbas dibe, bilind kir, di encamc de 2 hezar hektar siviyên çandiniyê û malên welatiyan di bin avê de man.

Dewleta Tirk ve ji nişkê ve asta berdana avê bilind kir. Di encamê de asta avê çemê Celabê yê di kantona Girê Spî re derbas dibe, jî bilind bûn û 2 hezar hektar ziviyên çandiniyê yên şêniyan di bin avê de ma.

Ji ber bilindbûna asta ava çem ziyan gihişt derdorî 300 malbatan ên malên wan li rex çem in.

Gelek caran dewleta Tirk bi asta avê ya ku ji Tirkiyê derbasî Bakur û Rojhilatê Sûriyê dibe, dilîze û ziyanan dighîne welatiyan.

Têkildarî vê mijarê Pisporê Beşê berhamên avê di Gerînendeya Çandinî û Berhemên Sewaldariyê ya kantona Girê Spî de endizyar Abdullah El-Xetab got, "Ji destpêka ku gelê herêmê ji DAIŞ‘ê rizgar bûye Tirkiyê dijminahiya  gel dike, bi zanebûn rêjeya derbasbûna avê zêde dike ku bandoreke neyinî li cotkarên ku zeviyên li rex çem dike û di encamê de bi sedan hektar zevî û tevî malbatên welatiyan di bin avê de man."

Endizyar Abdullah El-Xetab da zanîn ku ji ber bilindbûna astê avê bi dirêjahiya 14 km ji zeviyên herêma di navbera Pira Şerîan heta gundê Zehla yê başûrê rojhilatê bajarê Girê Spî ziyan dîtin.

Welatiya bi navê Xatûn El-Hamadî ya ji gundê Zîbîqyayê ku av gihişt xaniyê wê jî dibêje: "Tirkiyê ji nişkê ve av berda, avê giha orta gund, ji ber wê derdora 45 hekar zeviyên me yên çandiniyê di bin avê de ma."

Xatûn teqez kir ku av derbasî mala wî jî bû.

Cotkarê bi navê Hemadî El-Hemdo ji gundê Doganiya Sadiq e jî ev tişt got: "Ji ber bilindbûna asta avê em nikarin zeviyên xwe biçînin. Tirkiye sedema fetisandina aboriya herêmê ye."

ANHA


Mijarên Din