Dewleta Tirk agir bi zeviyên çandiyên yên sivîlên Eyn Îsayê xist- HATE NÛKIRIN

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê bi zanebûn, agir bi zeviyên çandiniyê yên şêniyên gundên Seyda û Milaq ên girêdayî navçeya Eyn Îsayê ku li nêzî kampa Eyn Îsayê ye xistin.

Leşkerên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê agir bi zeviyên ceh û genim ên şêniyên gundên Seyda û Milaq ên rojavayê navçeya Eyn Îsayê xisitin.

Heta niha agir nehatiye vemirandin û zeviyên sivîlan jî ku li bendê bûn têne şewitandine.

Leşkerên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li gundê Temamiyê yê li beramberî Seyda û Milaq bi cih bûne.

(kc)

ANHA


Mijarên Din