Dewleta Tirk a dagirker nahêle ku kehrebe bigihîne 28 gundên Zirganê

Li 28 gundên navçeya Zirganê ji ber êrişên dewleta Tirk a dagirker kehrebe qut bûye. Niha jî dewleta dagirker nahêle ku tîmên restorekirinê karê xwe bikin û wan dike hedef.

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê bi hemû rêbazan şerê şêniyên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dikin.

Dewleta dagirker bi zanabûn kehrebe ji ser zêdetirî 28 gundên di navbera navçeya Til Temir û Zirganê de yên kantona Hesekê, qut kiriye.

Karmendên tîma restorekirinê ya Saziya Kehrebê ya navçeya Til Temirê, hewl didin ku kehrebê bigihînin wan  gundan, lê belê çeteyên Tirkiyê wan hedef digirin. Li beramberî vê yekê, hêzên Rûsyayê bê deng dimînin.

Fetihullah Abdullah ê ji gundê Bab El-Xêr, diyar kir ku ve 7 meh e kehreba wan qut kirine. Zehmetiyan di jiyana rojane de, bi taybet jî bi nêzîkbûna havînê re çêdike.

Abdullah destnîşan kir ku ji ber qutbûna kehrebê, şêniyên gundên derdora wan rewşeke trajedîk dijîn.

Abdullah wiha dewam kir: "Ji ber ku nikarîbûn lawirên xwe  xwedî bikin û avê jê re peyda bikin, ew bi buhayekî kêm firotin."

Abdullah bang li aliyên têkildar kir ku alîkariya wan bikin û eleketrîkê ji wan re peyda bikin.

Şêniyê bi navê Silêman Elêwî yê ji gundê Bab El-Xêr bi bîr xist ku ji ber rewşa wan a jiyanî nikarin jeneratorên kehrebê bikirin, bi taybetî ku demsala havînê nêzîk bûye û pileya germahiyê radibe. Her wiha diyar kir ku ji ber tunebûna avê ew nikarin karê çandiniyê jî bikin.

Serokê Saziya Kehrebê ya navçeya Til Temirê Fehid Semîle derbarê mijarê de got: “Ji bo em pirsgirêkê çareser bikin, em çûn cihê elektirîkê yê di navbera gudnên Şêx Elî û Meselta yên gundewarên navçeya Zirganê. Lê belê çeteyên dewleta Tirk em hedef girtin û gule li me reşandin, lewma em paşve  vegerîn. Gundên ku eleketrîk lê tune ne, av jî lê tune ye. Ji ber ku bîrên wan li ser kehrebê kar dikin."

Simîle da zanîn ku wan hin cihên xirabûyî restore kirine û kehrebe dane 11 gundên li başûrê navçeya Til Temirê.

Her wiha destnîşan kir ku hêzên Rûsyayê berpirsyariyên xwe pêk naînin û nikare rê li pêşiya hedefgirtina dewleta Tirk û çeteyên wê ji xebatkarên restorekirinê re, bigire. Her wiha bi hêzên Tirkiyê re baş koordîne nake.

(cx)

ANHA


Mijarên Din