Dewleta Tirk a dagirker li Serêkaniyê siyaseta pişaftinê dimeşîne

Artêşa dewleta Tirk  a dagirker û çeteyên "Arêtşa Niştimanî ya Sûriyê" ji bo astengkirina şêniyan kiryar û binpêkirnên cûda pêk tînine. Ji saziyan destpê bike, polîtîkeyên tirkkirin û guhrtinna demografîk didomîne.

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên "Artêşa Niştimanî ya Sûriyê" di 9'ê Cotmeha 2019'an de êrişên dagirkirinê anîn ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê. Di van êrişên ku her cûre teknîka pêşketî, çekên qedexekirî û balafir de bajarên Serêkaniyê û Girê Spî dagir kirin û gihaştin derdora navçeyên Til Temir û Zirganê.

Ji dema dagirkirina bajarê Serêkaniyê û heta niha, dagirker hema bêje rojane sûcên revandin, diziya mal û milkên sivîlan, destdayîna li ser dikanên sivîlan û dane bi kirê ji bo malbatên çeteyan re pêk tînin.

Dagirkeran di demên dawî de polîtîkeyên tirkkirinê bi awayekî sîstematîk zêde kirine. Navên deverên diguhere û alên dewleta Tirk li bilindahiyan hilda. Her wiha nasnameya Tirkî ji sivîlan re derxistine. Li gel van hemûyan guhertina demografîk û koçberkirina niştecihên resen berdewam e.

Derheqê vê mijarê de ANHA'yê xwe gihand hin sivîlên di hundirê bajarê Serêkaniyê de. Şêniyan kiryarên ku li wir ji aliyê dagirkeran ve têne kirine parve kirin.

Şêniyê bi navê (A M) ji bajarê Serêkaniyê ye diyar kir ku ji ber hebûna artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ew gelek astengiyan dikişînin û got, rojane binpêkirinên li dijî sivîlan têne kirin, malên tê dizanî û talankirin.

(A M) destnîşan kir ku artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê di dema mewsimê çinînê de baçê li şêniyan ferz dikin, berhemên wan didizin û derbasî Tirkiyê dikin.

Her wiha da zanîn ku ji destpêka dagirkirina bajêr û heta niha çete mal û milkên sivîlan talan dikin û bi hincetên ne rast bi sedan mal şewitandin.

(A M) bal kişand ku rojane komên çete li ser parvekirina mal û milên şêniyan şer dikin, ev yek xeteriyeke raste rast li ser jiyana we ne ji ber ku hemû cûre çek têne bikaranîn.

(A M) di berdewama axaftina xwe de destnîşan kir ku çeteyên malbatên xwe di malên şêniyên ku hatine koçberkirin de bi cih dike û got: "Her komeke çete taxek serwer kiriye, dikanên ayidê şêniyan firotine malbatên çeteyên xwe."

PIŞAFTIN

Şêniyê bi navê E.A ji bajarê Serêkaniyê diyar kir ku artêşa Tirk a dagirker ji zêdetirî 2 mehan ve dest bi ferzkirina kîmlikê kiriye. Da ku agahiyên kesayetî di pergala agahiyan a MÎT’ê de ezber bike.

Her wiha bal kişander ku dewleta Tirk sazî vekirin û kesên girêdayî Mîta Tirk tê de erkdar kirin. Tevî ferzkirina zimanê Tirkî û rakirina ala Tirkiyê di nav saziyan de û wiha domand: “Zarokên bajêr beriya ku fêrî zimanê erebî bibin fêrî yê Tirkiyê dibin. Li rex ku metrayala Tirkî di dibistanan de hatiye ferzkirin.

Girêdayî heman mijarê E.A îşaretpê kir ku artêşa Tirk a dagirker deriyek sînor ne rewa di navbera bajarê Serêkaniyê û Ceylan Pinarê de li taxa El-Ebra vedike.

HER KESÊ KU LI DIJÎ FERMANÊN WAN DERKEVIN BI HINCETA ENDAMÊN QSD’Ê NE TÊN GIRTIN

E.A anî ziman ku çeteyan û artêşa Tirk a dagirker biryarên tund li dijî sivîlan ferz dikin. Sivîl jî nikarin fermanên wan muxelefe bikin. Ji ber ku her kesê li dijî fermanên wan derdikevin bi hinceta endamtiya Hêzên Sûriya Demokratîk û Rêveberiya Xweser, tên girtin.

ANHA


Mijarên Din