Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê bi hezaran donim zeviyên Til Temirê şewitandin

Li navçeya Til Temirê ji 800 hezar donim zêdetirî 4 hezar donim zeviyên çandiniyê şewitîn. Tevî şewitîna 50 hezar donim ji ber kirinên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê rojane li dijî  gundên ser xetên temas û yên din bin kontrola çeteyan de.

Rûbera zeviyên çandiniyê yên navçeya Til Temirê ya girêdayî kantona Hesekê derdora 850 hezar donim in. Cotkarên navçeyê di mewsimên havîn û zivistanê de wan zeviyan diçînin.

Piştî ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê di 9’ê Cotmeha 2019’an de herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dagir kirin, zêdetirî 60 hezar donim zeviyên girêdayî rêveberiya Til Temirê ketin bin kontrola dagirkeriyê.

Ji bo naskirina serjimariya şewatan li navçeya Til Temirê û herêmên girêdayî wê, sûcên artêşa Tirk a dagirker li dijî sivîlan û hedefgirtina qûta rizqa wan, cîgirê hevserokatiya Şaredariya Gel a navçeya Til Temirê Ridwan Xelef ji ANHA’yê re axivî.

Xelef di destpêka axaftina xwe de got: “Ji ber şewatên ku bi nav zeviyan ketin, Şaredariya Gel a navçeyê texmîn dike ku ji 800 hezar donim zeviyên girêdayî navçeya Til Temirê  zêdetirî 4 hezar donim ên 23 gundan, şewitîne.”

‘BI SEDAN DONIM JI BER SÛCÊN ARTÊŞA TIRK A DAGIRKER LI SER XETÊN TEMASÊ ŞEWITÎN’

Xelef wiha dirêjî da axaftina xwe: “Bi sedan donim zeviyên gundên ser xetên temas li gundewarê Til Temirê bi zanabûna ji hêla artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ve hatine şewitandin. Destpêkê agir bi nav zeviyan dixin. Piştre her kesê ku hewl dide şewatan vemirîne, gulebaran dikin. Hin caran jî gundan topbaran dikin. Ji ber wê rûberên mezin ji zeviyan bûn xwelî.”

ROJANE AGIR BI ZEVIYÊN DI BIN DAGIRKERIYÊ DIKEVIN

Xelef wiha got: “Rûbera zeviyên girêdayî navçeya Til Temirê û di bin kontrola artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê de ne zêdetirî 50 hezar donim e. Ji destpêka mewsima çinînê ve komên çeteyan rojane agir bi nav zeviyan dixin. Ji ber wan şewatan, zirarên mezin bi sivîlan hatin, ji ber çandinî quta rizqa şêniyan e.”

TÎMÊN AGIRKUJIYÊ Û SIVÎLÊN KU HEWL DIDIN AGIR VEMIRÎNIN HEDEF TÊN GIRTIN

Tîmên agirkujiyê yên navçeya Til Temirê di her hewldanekê de ji bo ku şewatan vemirînin, ji hêla çek û topên artêşa Tirk û çeteyên wê ve hedef dihatin girtin û nedihiştin ku ew bigihêjin cihê şewatan. Ridwan Xelef di vî warî de got: “Şaredariya Gel û tîmên agirkujiyê nikarîn mudexele bikin û şewatan vemirînin ji ber ku gule li her kesê nêzî zeviyan dibû dibarand. Artêşa Tirk a dagirker ji vê yekê armanc dike sivîlan zaîf bike û wan bide koçberkirin ji bo ku qada dagirkirina xwe fireh bike.”

MALÊN SIVÎLAN JÎ BÛN HEDEFA ŞEWATAN

Şewatên ku di nav zeviyên ser xetên temasê çêbûne zirarên mezin gihandin milkên sivîaln. Her wiha gundên di bin kontrola çeteyan jî bi awayekî mezin zirar dîtin. Ji ber ku şewat derbasî nav gundan dibû, di encamê de hejmarek mezin ji malên sivîlan şewitîn. Li rex wê jî artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê bi zanabûn malên sivîlan dan ber agir.

(şx)

ANHA


Mijarên Din